Wezareta berevanîyê ya Tirkîyê roja Pêncşemê ragihand ku jibo wergirtina şeş firokeyên şer ên F-35’an, danûstandinên bi karbidestên Amerîka re didomin.
Berdevikê wezaretê general Zekî Akturk got, “Jibo radestkirina 6 firokeyên şer ên F-35, ku ji bo welatê me hatine hilberandin, gotûbêjên me bi karbidestên Amerîkayê re didomin.”
Zekî Akturk di preskonferansa wezaretê ya heftane de, roja Pêncşemê 15ê Cotmehê ev agahî ragihand.
General Akturk bi berdewamî ji Amerîkayê daxwaz kir ku cezayên di çarçoveya Qanûna Rûbirûbûna Dijminên Amerîkayê bi Rêya Cezayan (CAATSA) û hemû sinordarkirinên ser pişesazîya berevanîyê ya Tirkîyê werin rakirin.
"Bendewarîya me ew e ku toleyên CAATSA, ne li gor ruhê hevbendîyê ne , û hemî sînordarkirinên rasterast an nerasterast ên li ser pîşesazîya me ya berevanîyê werin rakirin," wî got.
Amerîkayê, Tirkîye di 2019’an de, piştî kirîna sîstema berevanîya S-400 ji Rûsyayê, ji bernameya F-35an derxistibû.
Washingtonê di 2020’an de jî li ser Sazîya Serokatîya Pîşesazîyên Berevaniîyê ya Tirkîyê (SSB), ku saziya dewletê ya ji kirînên leşkerî û berevanîyê berpirs e, di çarçoveya qanûna CAATSA de tole ragihandbûn.
Enqerê bi dubarekî ji Washingtonê daxwaz dike ku Tirkîye vegere bernameya F-35’an û firokeyên ku jibo wê hatibûn hilberandin û firoke werin radestkirin.
Serokê Amerîka Donald Trump di 7ê Tîrmeha 2026’an de, di serdana xwe ya Enqerê jibo Hilcivîna NATO de, li ser heman mijarê axîvîbû.
Trump di gel serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ragihandibû ku Washington wê firotina firokeyên F-35'an ji Tirkîyê re binirxîne.
“Ev biryarek e ku em ê bidin. Ew balafireke gelek baş e, ya herî baş a heyî ye û bêguman em ê vê mijarê binirxînin,” wî gotibû.
Wî herwiha ragihandibû ku Amerîka wê toleyên li ser Tirkîyê rake.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî di 8’ê Cotmehê de, di hevpeyvînekê bi rojnameya Yunanistanê Kathimerini re, gotibû ku Serok Trump dixwaze ku firokeyên F-35’an bifiroşe Tirkîyê.
Berdevik Akturk di preskonferansa roja Pêncşemê de ragihand ku danûstandinên bi karbidestên Amerîkayê re didomin û Enqere li benda encameke erênî ye.
Lê ti peyman an jî demeke diyarkirî ji bo radestkirina balafiran nehat ragihandin.
Berdevikê wezareta Tirkîyê di preskonferansa îro de, li ser danûstandînên bi karbidestên Amerîka, bendewarîyên Enqerê yên erênî dîyar kir.
“Em li bendê ne ku ev pêvajo li gor peywendîyên hevbendîyê û berjewendîyên me yên hevpar bi encameke erênî bi dawî bibe,” wî got.
Lê wî destnîşan kiribû ku jiber sîstema S-400 a Rûsî, astengîyên qanûnî hîn jî didomin û heta şertên qanûnî neyên bicihanîn, firotina van firokeyan ne pêkan e.
Li gor qanûnên Amerîka, jibo rakirina toleyên CAATSA du rêkên sereke hene: Ya yekê; divê Tirkîye êdî xwedîyê sîstema berevanîya esmanî S-400 ên Rûsyayê nebe û piştrast bike ku ew ê careke din vê sîstemê nekire.
Ya duyan, serokê Amerîkayê dikare toleyan bi sedemên ewlehîya neteweyî betal bike yan rabike.
Lê jibo radestkirina firokeyên F-35’an, divê şertên qanûnî yên cuda jî bên bicihanîn û Kongresa Amerîka were agahdarkirin.
Kongresa Amerîkayê di vê pêvajoyê de xwedîyê roleke girîng a çavdêrî û qanûnî ye û dikare dijî rakirina cezayan gav bavêje.
Hejayê bal kişandinê ye ku heta niha revebirîya Trump ne derbarê van toleyan û ne jî li ser radestkirina firokên F-35’an ti biryarek an demeke taybet ranegihandîye.