Parlemanterê HDP'ê Aslan bo Şikeftên Heskîfê 4 Rojan Xwe bi Zincîran Girê Dide

Li ser torên civakî hin vîdyo belav bûn ku tê de xuya dibû ku şikeftên Heskîfê bi dînamîtan tê rûxandin.

Parlamenterê HDP'ê yê Batmanê Mehmet Alî Aslan jibo protestoyê xwe bi zincîran li zinarê Heskîfê girêda.

Roja Yekşemê navber da çalakîya xwe. Lê got ger rûxandina şikeftan bidome, ewê çalakîyên cuda li dar bixin.

Aslan ji DengêAmerîka re behsa çalakîya xwe kir.

"Dema min li ser medya civakî vîdyoyên peqandina şikeftan dît, bawer nekiriye ku ew der Heskîf e. Jiber ku wijdanê min tehamul nekir, min bi serê xwe dest bi vê çalakîyê kir."

Aslan got ku roja Pêncşemê dema ew çûye Heskîfê hê jî toz û duman li ser şikeftan bilind dibûn û niha gelek vîdyo di destê wî de hene ku çawa ew şikeft tên peqandin.

Hêjayî gotinê ye piştî ku vîdyoyên peqandina şikeftan li ser torên civakî belav bû, walîtîya Batmanê daxuyaniyek belav kir û destnîşan kir ku bi ti awayî amurên peqemiyê nehatine xebitandin.

Hun dikarin agahiyên berfirehtir ji fayla deng guhdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Xecîcan Farqîn 20_08_17