Berdevka HDPê: Dem Dema Yekîtîya Kurdan e, Ne ya Şer e

Ebrû Gunay

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) di meha Mijdarê de bernameyeke bi navê “Li Dijî Faşîzmê Berxwedan û Ji Gelan Re Demokrasî ” da destpêkirin.

Berdevka HDP Ebrû Gunay ev bername bi civîneke çapemenîyê pêşkêşî raya giştî kir. Gunay di daxûyanîyê xwe de wiha got:

“Partîya me di civînên xwe de biryareke dîrokî girt. Biryara me li dijî faşizmê berxwedan e. Ev banga girin de em dibêjin ji gelan re demokrasî û ji her kesî re edelet. Emê bernameya têkoşîna demokratîk bidin destpêkirin.”

Berdevka HDP Gunay li ser geşedanên Herêma Kurdistanê jî rawestîya. Gunay ragihan ku rewşa dawî ewan bi fikarî dike û bal kişan ser yektî û aşitîya Kurdan. Gunay di vi warî de jî wiha gise kir:

“Geşedanên dawî yê ku li Başûrê Kurdistan qewimîne me xemgîn dike û em ana di nav fikarên mezin de ne. Pêwîstîya me Kurdan bi şerê navxweyî tune bi yektî û aşitîya Kurdan heye.”

Gunay li ser çaresekirina nakokîyên ser Kurdan jî sekinî wiha got:

“Kurd di vê sedsalê de jî naxwazin ku winda bikin û bê statu bimînin. Hin dewlet dibe nakokîyên nav Kurdan mezin bikin, lê li vê derê bangî serok û rêberên Kurdan, partîyê û rêxistinên Kurdan dikim, dem dema şera navxweyî nîne dem dema yektî, aşitî û hevkarîya Kurdan e.”

Gunay di berdewamîya aqaftine xwe de jî ragihan ku heke çi bar bikeve ser milê HDP’ê HDP her gav amade ye.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Eyyûp Demir