Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî ser banga Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan daxuyanîyeke nivîskî weşand.
Bahçelî di daxuyanîya xwe de got ku banga Ocalan ya ser çekberdanê ‘’ji serî heta dawîyê hêja û girîng’’ e.
Wî bi berdewamî dîyar kir ku biryara PKK’ê ya ser agirbest û tevgera li gor banga Ocalan jî razîbûnê çêdike.
Pêvajoyê nû ya li Tirkîyê, 22’ê Cotmehê bi banga Bahçelî destpê kiribû.
Bahçelî di komcivîna partîya xwe de gotibû ku Ocalan bi şertê sekinadina PKK’ê dikare di komcivîna Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) de biaxife û jibo mafê hêvîdarbûnê serlêdanê bike.
Di daxuyanîya xwe ya nivîskî de Bahçelî dîyar kir ku ger peyvajê bê kêmahî bidome ewê ‘’biratîya Tirkan û Kurdan ya hezar salî’’ di vê sedsalê de hîn xurt bibe.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî ser banga Ocalan gotibû ku ew dest bi qonaxeke nû dikin.
Erdogan dîyar kiribû ku niha derfet çêbûne ku ew jibo siberojê gavên dîrokî biavêjin.
Wî bi berdewamî ser provokasyonên pêkan hişyarî dabû û gotibû ku ewê peyvajoyê bi baldarî bişopînin.
Jêder: Gazete Duvar, NTV