NY Û Serokwezîrê Lubnanê Piştî Êrîşên Îsraîl Û Hizbullahê Banga Kêmkirina Girjiyan Dikin

Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî

Neteweyên Yekbûyî (NY) û serokwezîrê Lubnanê roja Yekşemê banga kêmkirina girjiyan kirin, piştî ku Îsraîlê êrîşê Lubnanê kir û Hizbullahê got ku wê dest bi êrîşên ser çeperên Îsraîlê kiriye, di nav fikarên zêdebûna şerekî berfirehtir li Rojhilata Navîn.

Ofîsa koordînatorê taybet yê NY jibo Lubnanê û Hêza Demkî ya NY li Lubnanê (UNIFIL) bûyerên dawîn wek "xemdar" bi nav kirin û banga agirbestê kir.

"Em bang li hemû alîyan dikin ku agirbestê ragihînin û xwe ji tevgerên tundîyê dûr bixin. Vegerek jibo dawîkirina dijminatîyan û piştre bicîhkirina biryara Civata Ewlekariyê ya NY ya 1701, yekane rêya domdar ya ber bi siberojê ye," daxuyanîyê got.

Bi biryara 1701 ya NY de şerê 2006’an ya di navbera Îsraîl û Hizbullahê de bi dawî bûbû û herwiha hatibû xwestin ku artêşa Lubnanê û hêzên aştîparêz yên NY tenê hêzên çekdar li başûrê Lubnanê werin bicîhkirin.

Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî roja Yekşemê bi wezîrên hikûmeta xwe re civîneke awarte darxist û got ku wî " jibo rawestandîna rageşîyê bi dostên Lubnanê re jimareke hevdîtin kirine".

"Berîya her tiştî divê êrîşkarîya Îsraîlê were rawestandin û biryara 1701 were bicîhkirin," di daxuyanîya ofîsa wî de hat gotin.

Li gor daxuyanîyê, Mîqatî herwiha ser hewlên navnavneteweyî piştgirîya Lubnanê destnîşan kir ku dibe pêşengîya agirbestekê li Gazayê bikin.

Hizbullaha ku Îran piştgirîya wê dike, jibo piştgirîya hevbendê xwe Hamasê bi Îsraîlê re bi berdewamî dikeve nav pevçûnan, ji dema êrîşa koma milîtanên Filîstînî ya 7’ê Cotmehê li ser Îsraîlê ku bû sedema şerê Gazayê.

Bangên jibo pêkanîna tam ya biryara 1701 ya NY wek rêyek jibo dawîkirina tundîya metirsîdar ya heyî di demên dawî de zêde bûne.

Jêder: AFP