UNIFIL Ser Êrîşa li Dijî Hêzên Xwe Hizbullahê Tawanbar Dibîne

Hêzên UNIFIL li Libnanê

Di hevpeyvînek taybet de ligel kanala Sky News Erebî, berdevkê Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Libnanê (UNIFIL) piştrast kir ku gumanbarên êrîşa li dijî hêzên wan li başûrê Libnanê bi egereke mezin bi Hizbullahê ve girêdayî ne.

Berdevkê UNIFIL'ê Danî Alxefrî roja Yekşemê got "Me lêpirsînek kir da ku mercên bûyerê eşkere bikin, û nirxandinên me yên destpêkê nîşan didin ku kesên gule li ser endamên me reşandin egereke mezin e ku çekdarên Hizbullahê ne."

Wî tekez kir ku "êrîşa li ser hêzên me li başûrê Libnanê pir cidî ye û dikare bikeve çarçoveya tawanên cengê."

Alxefrî bang li hikûmeta Libnanê kir ku "lêpirsîneke lezgîn li ser vê êrîşa ku bi zanebûn hatî encamdan bike da ku rastîyê eşkere bike û ji tawanbaran jî hesab were xwestin."

Hêjayî gotinê ye ku di êrîşeke çekdarî de leşkerekî Fransî ku di erka aştîparêzîyê de li Libnanê di nava UNIFIL'ê de xizmet dikir roja Şemîyê gat kuştin û sê yên din jî birîndar bû.

Serokê Fransa got ku “Her tişt nîşan dide ku berpirsyarîya vê êrîşê di stûyê Hizbullahê de ye.”

Fransa jî daxwazê ji hikûmeta Libnanê dike ku demûdest tawanbaran desteser bike û hesabê ji tawankaran bixwaze.

Herwiha di peyamekê de Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres got "Ez êrîşa roja Şemiyê ya ser UNIFIL bi tundî şermezar dikim ku tê de aştîparêzekî Fransî hat kuştin û sê kes jî birîndar bûn."