Hêzên Amerîkî ji Bingeha Qesrikê Vedikişin

Îro Duşemê Hevpeymanîya Navnetwî bi serkirdayetîya Amerîkayê dest bi vekişîna ji mezintirîn bingeha xwe ya li bakurê rojhilatê Sûriyê kir.

Rojnamevan û çalakvanên herêmê ji Dengê Amerîka re got ku bi dehan kemyon, ku hin ji wan wesayîtên zirxî hilgirtibûn, îro sibehê ji bingeha Qesrikê li bakurê Hesekê derketin.

Rojnamevan Emced Kurdo hin dîmenên vîdyoyî ji Dengê Amerîkayê re şandin û got ku “ev çend roj bûn, bi dehan kemyon ji Îraqê derbasî Sûrîyê dibûn ji bo hilgirtina wesayîtên leşkerî û birina wan ber bi Îraqê ve.”

“Hin çavkanî dibêjin ku ev vekişîna ji Qesrikê ew vekişîneke bi temamî ye û dê proseya wê û veguhestina hemû wesayît û alavên leşkerî dê çend hefteyan dirêj bike,” Kurdo got.

Rojnamevan Îvan Hesîb jî ji Dengê Amerîka re anî ziman ku ev vekişîn di çarçoweya vekişîneke berferh de ye û “di du hefteyên borî de jî hêzên Amerîkî bingeha Şedadê vala kir û ew radestî Hikûmeta Demkî ya Sûrîyê kir û her wiha bingeha Tenef jî li ser sînorê Urdunê jî vala kir.”

Lê Çavdêrîya Sûrî ya mafê mirov(SOHR) dibêje “Tevî vê tevgera berfireh, hîn ne diyar e ka vekişîn dê beşkî be an bi tevahî be. Nîşan hene ku her çendî ji hêla leşkerî ve were valakirin jî, bingeha Qesrikê dê ji bo karanîna leşkerî ji hêla hêzên hevpeymanîyê ve berdest be.”

SOHR dibêje ku “çalakvanên Çavdêriyê destnîşan kir ku ev vekişîna ji Qesrikê hemû xalên leşkerî nagire ser xwe. Hêzên hevpeymanîya navnetewî xala xwe ya stratejîk û hebûna xwe ya leşkerî li bingeha Xerab Cîr a herêma Rimêlanê diparêzin.” Bingeha Xerab Cîr nêzîkî sînorê Îraqê ye.

Baregeha Qesrikê ya nêzîkî rêya M4 di navbera Hesekê û bajarê Til Temirê de, ku di sala 2018an de hatibû damezrandin, yek ji baregehên herî mezin bû li Sûrîyê û dihate nasîn bi giringîya xwe ya di şerê dijî Daişê de.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê(CENTCOM) heta amadekirina vê raportê bi fermî derbarê vikişîna ji bingehê tiştek negotîye.

Hevpeymanîya navnetewî bi serokatîya Amerîkayê, berî bêhtirî deh salan li wê herêmê bicih bû, û bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re li dijî rêxistina terorîst Daişê hevkarî kir.

Your browser doesn’t support HTML5

Hêzên Amerîkî ji Bingeha Qesrikê Vedikişin