Karbidestekî Koşka Sipî: Serok Trump ji Nêzîk ve Çavdêrîya Rewşa Îranê Dike

Karbidestekî Koşka Sipî ragihand ku "eger rejîm xwepêşanderan bidarve bike, hemû vebijare li ser maseyê ne."

Karbidestê Koşka Sipî yê ku navê wî nehatiye eşkerekirin roja Înê ji ajansa Associated Press re got ku îdiayên Serdozgerê Giştî yê Îranê Mihemed Mihdî Azad ku hişyarîya serokê Amerîkayê ji Komara Îslamî re bûye sedema betalkirina bidarvekirina 837 kesan li Îranê, ne rast in.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Pêncşemê got ku "komeke mezin" ji keştîyên şer ên Amerîkayî ber bi Îranê ve diçe, ji ber ku ew gava xwe ya din di bersiva serkutkirina xwepêşandanan ji aliyê rejîma Îslamî ve dinirxîne.

"Amerîka rewşa li Îranê dişopîne... Keştîyên me yên şer ên mezin ber bi wî alî ve diçin. Ka em bibînin çi dibe," Trump piştî vegera xwe ji Swîsrayê ji rojnamevanan re got.

Serokê Amerîkayê got ku rejîma Îranê planên bidarvekirina 837 kesan, ku piranîya wan ciwan in, wekî beşek ji serkutkirina xwepêşanderan betal kiriye, û ev jî "nîşaneke baş e."

"Eger hûn van kesan bidarve bikin, emê bi qasî berê bi tundî li bidin," wî gef li karbidestên rejîma Îranî xwar.