Amerîka û Îraq Hevkarîyeke Stratejîk a Nû Radigihînin

Şanderê Taybet ê Serok Trump, Tom Barrack, ligel Serokwezîrê Îraqê Elî el Zeydî.

Nûnerê Taybet ê Serok Trump, Balyoz Tom Barrack, û Serokwezîrê Îraqê Elî El Zeydî îro Sêşemê pabendbûna hevbeş di navbera Amerîka û Îraqê de tekez kir.

Piştî kombûnekê li Bexdayê, herdu alîyan daxuyanîyek hevbeş belav kir, tê de avakirina hevparîyeke bihêz û sûdmend di navbera herdu welatan de hate dupatkirin.

Li gor daxuyanîyê, Serok Donald Trump dê di nîvê Tîrmehê de li Koşka Sipî pêşwazîyê El-Zeydî bike.

Kontrola Çekan û Hilweşandina Komên Çekdar

Xalên herî girîng di hevkariya stratejîk a nû di navbera Amerîka û Îraqê de li gor daxuyanîyê ev in: Îraqeke bê terorîzm, bêçekkirina tevahî û hilweşandina hemû kom û rêxistinên çekdar ên ku li derveyî desthilat û kontrola dewleta Îraqê dixebitin, sînordarkirina çekan di bin kontrola dewletê de; û sepandina serwerîya tevahî ya dewletê.

Îhsan el Şemmerî, Serokê Navenda Ramanên Siyasî, ji Dengê Amerîka re got ku ev serdan girîng e, nemaze ji ber ku ew piştgirîya hikûmeta nû nîşan dide.

Îhsan el Şemmerî

El Şemmerî diyar kir ku ev kombûn hewl dide Îraqê ji bin bandora Îranê û zextên wê rizgar bike. Wî herwiha pêşbînî kir ku ev dê ji bo herdu welatan sûdmend be.

El Şemmerî bawer dike ku pabendbûna Amerîkayê ji bo bêçekkirina komên Îraqî yên hevalbendên Îranê dê bandorên erênî hebin, hem ji bo têkilîyên Bexda û Washingtonê, û hem jî ji bo têkilîyên derve yên berfirehtir ên Îraqê.

Xurtkirina Têkiliyên Bazirganî û Weberhênanê

Serokwezîr El Zeydî pabendbûna Îraqê ji bo kûrkirina têkilîyên bazirganî û weberhênanê di navbera herdu welatan de careke din tekez kir.

Herdu alîyan herwiha pesnê biryara Îraqê ya ji bo temamkirina ruxseta kompanîya Starlink da ku karûbarên înternetê yên asta cîhanî ji Îraqê re peyda bike da. Herwiha, destpêkirina danûstandinan bi Kompanîya Chevron ya petrolê re ji bo pêşxistina zevîyên petrolê yên Rojavayê Qurna-2 û Nasiriyeh ji bo berjewendîya hevbeş.

Barrack û Zeydî bal kişand ser girîngîya ku kompanyayên Amerîkî - HKN, Western Zagros, û Hunt – karibin bi garantîyên ewlehîyê yên tevahî ji nû ve bikevine karî. Herweha, biryara ku bi rêkeftina têgihîştinê bi kompanîya TI Capital re pêşve biçin da ku borîya Kerkûk-Banyas wekî rêyeke girîng a hinardekirina petrolê ji nû ve ava bikin.

Serokwezîrê Îraqê û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka pabendbûna xwe ya hevbeş ji bo berfirehkirina hevkarîya bazirganî di navbera Amerîka û Îraqê de ji bo dabînkirina pêwîstîyên elektrîkê yên Îraqê, di nav de projeya (Excelerate Energy) ji bo pêşxistina termînalek bo gaza xwezayî ya şilkirî (LNG) li Khor Al-Zubair, dubare kir.

El Temîmî : "Serdana Barrack Dîrokî ye"

Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê Îraqî Xeys El Temîmî ji Dengê Amerîka re got ku serdana Barrack bo Bexdayê gelek serkeftî ye û "gaveke dîrokî" ye. Wî diyar kir ku niha Îraq li ser xaçerêkekê ye: an dê sîstema xwe ya destûrî û serwerîya xwe ya niştimanî vegerîne, an jî dê "dewleteke derveyî qanûna navnetewî bimîne.

El Temîmî bi tundî rexne li rewşa 15 salên borî ya Îraqê girt û got: "Ji mêj ve ye Îraq ji çarçoveya destûrî derketiye, bi taybetî di rêvebirina dozên ewlehî, darayî û aborî de. Sînorên vê pergalê ji alîyê generalên Pasdarên Îranê ve dihatin birêve birin, ku wan kontrola herî mezin li ser aborî û ewlehîya welêt kiribûn."

Lêkolînerê Îraqî destnîşan kir ku şerê 7'ê Cotmehê û bûyerên herêmî roleke mezin lîstin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump van dosyayan bi yekcarî yekalî bike.

Wî eşkere kir ku niha hevahengîyeke xurt û serkeftî di navbera Zeydî, Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî Fayiq Zeydan, û serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî heye, bi hevkarîya gelek rêber û rayedarên olî, û çend welatên Ereb, da ku dawî li mîlîşyayan bînin.