Piştî Washington û Tehran gihîştin rêkeftinekê, û piştî derbên giran ên li dijî Hamas û Hizbullahê, niha bala Amerîkayê li ser grûpên çekdar ên Iraqî ye. Wezîrê Derve Marco Rubio aramiya Rojhilata Navîn bi rawestandina êrîşên mîlîşyayên Iraqî ve girêda.
Rubio, di destpêka gera xwe ya Rojhilata Navîn de hişyari da û got, 'Heya ku milîşyayên ser bi Îranê ve avêtina moşek û dronanan ji Iraqê berdewam bikin, û beşdarî terorê bibin mîna ku Hamas û Hizbullahê kirine, ne mumkin e ku şer û aloziyên li herêmê bi dawî bibin. "
Wezîr Rubio, ragehand ku divê di dema danûstandinên Yadaştnameya Lihevtêgihîştinê ya bi Îranê re çareseriyek ji bo vê pirsgirêkê were dîtin. "
Wezîr Rubio li destpêka vê mehê ji Komîteya Karûbarên Derve ya Kongresê re gotbû ku dijwartirîn pirsgirêka li Îraqê di bandora milîşyaên ku ji hêla Îranê ve têne piştgirî kirin de ye, û tekez kir ku rêveberiya Trump dê derfetê bide Serokwezîrê nû yê Iraqê Elî el-Zeydî ku vê pirsgirêkê çareser bike.
Di heman Çarçovê de pêngavên dîplomatîk leztir dibin. Wezareta Derve ya Amerîkayê biryara fermî ji bo berfirehkirina desthilatên Tom Barrack şande civata Senatoran li Kongirsê Amerîkî; daku wekî nûnerê serokatiyê yê taybet ji bo Sûriye û Îraqê heta nîva meha 12 wate heya dawiya sala 2026'an kar bike.
Şirovekarê siyasî yê Îraqî Ziyad El-Arrar gote Dengê Amerîka ku daxuyaniyên Rubio nexşeyeke zelal li ser daxwazên Amerîkayê ji Bexdayê destnîşan dikin.
Ziyad Al-Arar, Analyst
El-Arrar got: "Pirsa çekan xala herî mezin a nakokiyê ye û çavkaniya nîgeraniyê ye ji bo Îraq, cîranên wê û Amerîkayê. Em li vir behsa çekên li derveyî kontrola dewletê an çekên mîlîşyayan bi giştî dikin, ku ev dosyeyeke gelek aloz e."
El-Arrar dibîne ku peyama Wezîr Rubio mîna peyama Nûnerê Taybet Tom Barrack e, dema ku wî ligel serkirdeyên siyasî yên Îraqê, hikûmetê, Serokwezîr û bi taybetî Çarçoveya Hemahengîya Şî'ayan (Îtar El-Tensîqî)) civîn pêk anîbûn.
Li gor çavdêrên sîyasî peywendiyên nû yên navbera her du welatan dê li ser bingeha pêngavên hikûmeta Bexdayê yên ji bo kontrolkirina çekan û birêvebirina dosyeya mîlîşyan radiweste.
Hevdem ligel vê, û li gor Malpera "Al-Monitor" Krikor Der-Hagopiyan dê bibe balyozê nû yê Îraqê li Waşîngtonê û Peter Shea wê cihê Karbirêkarê Balozxaneya Amerîkayê Joshua Harris bigire. Pêngavek ku wekî bersiveke dîplomatîk li hember qonaxa nû tê dîtin."