Êrîşên hevbeş yên Amerîka û Îsraîlê ketine hefteya sêyemîn, di heman demê de, li gor raportan, êrîşên herî dijwar Înê bi şev li dijî rejîma Îranê pêk hatin.
Êrîşa herî girîng a şeva Înê, 13'ê Adarê, ya hêzên Amerîkayê li ser Girava Xergê bû.
Di vê derbarê de, Serokê Amerîka Donald Trump di peyamekê de ragihand ku, bi fermana wî, Fermandarîya Navandî ya Amerîka (CENTCOM) "hemû armancên leşkerî yên li Girava Xerg a Îranê bi tevahî ji holê rakirine."
Serok Trump bi bîr xist ku “Ji ber sedemên exlaqî min biryar da ku binesazîya neftê ya li girava Xergê wêran nekim."
Berî ragahandina Serok Trump derbarê êrîşa Xergê, CENTCOM ragihandibû ku firokên B-2 ên beşdarî Operasyona Hêrsa Dastanî ne, ji bo êrîşkirina li ser cihên leşkerî li girava Xergê hatine bikar anîn.
Her ji roja Înê heta îro Şemîyê ve, êrîşên berfireh ên Amerîka û Îsraîlê li deverên cuda yên Îranê hatine ragihandin. Di nav wan de êrîşên ser Tehran, Şîraz, Kerec, Kiş, Îslamûehîr, Sircan, Qum, Wirm û Tebrîz hene.
Li Tehranê sazîyên leşkerî û xalên lêkolînê hatine armanc kirin. Herwiha êrîş ser Navenda Lêkolînên Valahîya Asmanî ya Îranê hatin kirin.
Piştî operasyona leşkerî ya berfireh a Înê bi şev li Tehranê, elektrîk li deverên rojavayê paytextê ji bo çend demjimêran qut bû.
Li bajarê Qumê, gelek teqîn hatin bihîstin, û li gor karbidestên xwecihî, yek ji avahîyên Hewza olî û herwiha sazîyên leşkerî ya Emmar Yasir, li nêzîkî cihên olî, bû armanca êrîşekê.
Li gor medyaya xwecihî, îro Şemîyê êrîş ser bingeheke deryayî li Sircanê hate kirin.
Artêşa Îsraîlê hişdarîyeke lezgîn da ku divê “devera sazkarîya rojava ya Tebrîzê" bê valakirina, piştî re êrîş bi ser de hate kirin. Herwiha baregeha mûşek a hêza Pasdarên Îranê li bajarê Wirmê hate armanckirin.