Hilbijartinên Kandîdên Partîya Komarî li Michigan û Arizona Birêve Diçin

Kandîdên Partîya Komarî (çep bo rast) Ron Paul, Rick Santorum, Mitt Romney û Newt Gingrich.

Hilbijartina kandîdên Partîya Komarî bo serokatîya Amerîkayê roja Sêşemê li wîlayeta Michigan birêve diçe.

Li gor pêşbînîyan, Mitt Romney yan Rick Sanorum serkeftinê li Michigan tomar dikin.

Herwiha dengder li wîlayeta Arizona jî roja Sêşemê kandîdê Partîya Komarî destnîşan dikin û ku Romney li wê wîlayetê piranîya dengan bidest bîne.

Çar kandîdên Komarî bizavê dikin ku bibin berbijarê serokatî, ku li hilbijartina giştî ya meha 11 rû bi rûya kandîdê Partîy Demokrat, Serok Barack Obama dibe.