Ji bo 250'emîn salvegera Serxwebûna Amrîkayê, Smithsonian ku yek ji mezintirîn sazîyên çandî û zanistî yên Amerîkayê ye, girîngî dide “cudahîya çandî ya bêhempa” ya welêt û di bernameya xwe de bi giranî di ser destpêşxerîya 'Our Shared Future: 250' re balê dikişîne ser hemerengîya çandî û civakî.
Armanca van bernameyan ew e ku çîrokên nehatine gotin yên civakên pireng ên ku beşdarî avakirina nasnameya Amerîkayê bûne, nîşan bidin.
Di nav van çîrokan de, çîroka Kurdan û civaka Kurd a li Amerîkayê jî heye.
Abdullah Bamernî di sala 1976’an de gihîşt wîlayeta Tennessee û ew yek ji nifşên yekem ên Kurdûn di salên heftêyan de li Amerîkayê bi cih bûn.
Çalakîya Navnetewî li Alexanderia
Îro, piştî 50 salan, ew û çend ji hevalên wî yên wê demê xwe amade dikin ku di meha Îlonê de li bajarê Nashville yê 50'emîn salvegera hatina xwe pîroz bikin.
Bamernî bi bîr tîne ku di wan rojan de Amerîkîyan bi germî pêşwazîya wan kirin û derîyên xwendinê û karî li ber wan vekirin. Ew dibêje ku wan li Amerîkayê derfet baş dîtin ku jiyaneke nû ava bikin û bi kurdbûn û Amerîka xwe şanaz bin.
Îro, di malbata wî de nifşê duyem û sêyem jî li Amerîkayê dijîn.
Çalakiya Kurdan li Washington DC
Ji bo Dr. Pary Qeradaxî, Amerîkî yê kurd tê wateya ku mirov dîrok, berxwedan û mîrateya çandî ya gelê Kurd bi xwe re hilgire û di heman demê de ji azadî, demokrasî û derfetên Amerîkayê sûdê werbigire.
Pary Qeredaxî
Qeradaxî, ku zêdetirî 22 salan di xizmeta penaber û koçberan de kar kiriye, dibêje ku Kurdên Amerîkî serbilind in ku beşek ji çîroka Amerîkayê ne û bi hêvî, dilovanî, berdewamî û xebata civakê ji bo nifşên bê re beşdar dibin.
Luqman Berwarî di destpêka salên 1990’an de ji Duhokê hat Amerîkayê û li Tennessee bi cih bû. Îro, ew karsazekî naskirî ye di warê milk û xanîyan de dixebite.
Luqman Berwarî
Ew dibêje ji zarokatîyê ve Amerîka ji bo wî xewneke xweş bû; ew di fîlmên Hollywoodê de didît û dema ku gihîşt Amerîkayê, gelek ji wan xewnên wî bûn rastî.
Ji bo Berwarî, Amerîka welatê derfetan, hêvî, azadî û pêşketinê ye.
Ew serkeftina malbata xwe jî wekî nimûneyek ji van derfetan dibîne. Jina wî di Nashville de di warê peristarî de xwendîye û îro xudana navendeke pizîşkî ye ku gelek ji karmendên wê Kurd in.
Berwarî dibêje ku li Amerîkayê mirov dikare nasname û çanda xwe biparêze û di heman demê de pêş bikeve û bibe welatîkî amerikayî yê baş.
Dr. Jagar Jasem, pisporê nexweşîyên xwînê ye û li nexweşxaneya Massachusetts General Brigham Hospital û zanîngeha Harvard kar dike.
Dr. Ceger Jasim
Ji bo wî, kurd û amerîkî bûn wateya ku mirov ziman, çand û dîroka xwe biparêze, di heman demê de jî bi tevahî beşdarî jiyana Amerîkayê bibe.
Ew dibêje ku Amerîka ji gelek Kurdan re azadî û derfet daye ku nasnameya xwe biparêzin û di warên wekî pizîşkî, perwerde, karsazî û karûbarê giştî de pêş bikevin.
Ew dibêje:“Kultûra me ya Kurdî û nasnameya me ya Amerîkî li dijî hev nînin, ew hevdu dewlemendtir dikin.”