Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Dengê Amerîkayê re got ku ew piştgirîya hewldanên hikûmeta Îraqê dike ji bo vegerandina serwerîyê, di nav de jî kontrolkirina sînoran.
Derbarê biryara girtina dergehê sînorî yê Şêbê, ku bûye sedema gotûbêjên navxweyî, Wezareta Derve got: "Amerîka piştgirîya nêrîna Serokwezîr (Elî) Zeydî dike ji bo Îraqeke aram û pêşketî ku xizmeta gelê xwe bike, peywendîyên herêmî xurt bike û serwerîya xwe li ser sînorên xwe deyne."
Wezaretê herwiha Îran bi "gefê li ser serwerîya Îraqê" tawanbar kir û got ku ew "ne alîyekî pêbawer e û mîrateke wê ya dûr û dirêj di bikaranîna mîlîşyayan de heye."
Li gorî daxuyanîya hikûmeta Îraqê, derîyê sînorî yê Şîbê li parêzgeha Meysanê ji ber sedemên teknîkî û pêşxistinê hatiye girtin.
Nivîskar û lêkolînerê akademîk Mohammed Ne’na’ dibêje ku sedema sereke ya girtina derîyê sînorî yê Şîbê bi çalakîyên neqanûnî yên ku ji salan ve li wir hene ve girêdayî ye.
Şîrovekarê siyasî Mihemed Ne'na'
Ne’na’ herwiha got ku li gorî agahîyên gehiştine destê hikûmeta federal, Sazîya Dergehên Sînorî û saziyên din ên federal, di nav de Dezgeha Bicihanîna Qanûnê, biryara girtina derîyê Şîbê hate dan.
Ew dibêje ku li derîyê Şîbê kes û çek bêyî belgeyên fermî û nasnameyên qanûnî tên derbaskirin. Ne’na’ herwiha dibêje ku girtina derîyê sînorî dê bidome û dibe ku di qonaxa pêş de dergehên din ên sînorî jî ji ber heman sedeman bên girtin.
Endamê Encûmena Parêzgeha Meysanê, Huseyn el-Miryanî, ji Dengê Amerîka re got ku girtina derîyê Şîbê bêyî agahdarkirina rêveberîya herêmê bû û bandor li ser rewşa aborî û mirovî ya parêzgehê kiriye.
Huseyn el-Miryanî, Endamê Encûmena Parêzgeha Meysanê.
Wî destnîşan kir ku girtina derîyê sînorî bûye sedema bilindbûna bihayên sebze, kelûpelên xwarin û avahîyê. Herwiha, li gorî gotina wî, gelek nexweş ji bo dermankirinê diçin Îranê û gelek xwendekar jî li wir dixwînin.
El-Miryanî bang li hikûmeta navendî kir ku heke binpêkirin an jî şaştîyên qanûnî hebin, bi lez li ser wan bisekine û bi rêya sazîyên ewlehîyê çareser bikin.
Şêx Seyf el-Ureybî, şêxê eşîra El-Bû Mihemed li parêzgeha Meysanê, got ku girtina deriyê Şîbê tevliheviyê di nav bazara herêmî de çêkiriye û bûye sedema bilindbûna bihayan.
Şêx Seyf el-Ureybî
Wî pirsî ka gelo çareserî girtina deriyê sînorî ye, an jî divê eger komên neqanûnî hebin, li dijî wan tedbîr bê girtin. El-Ureybî ji serokwezîrê Îraqê xwest ku biryara girtinê ji nû ve binirxîne û çareseriyekê bibîne ku berjewendîyên welatîyên Meysanê biparêze.
Hêjayî gotinê ye Serokê Encûmena Parêzgeha Meysanê Mistefa Duayr Mihemedawî di daxuyaniyeke çapemeniyê de hişyarî da ku heke hikûmet heta roja Pêncşemê 29ê Cotmehê derî veneke, ew ê parêzgeha Meysanê ji Îraqê veqetînin, rêyan bigirin û dest bi serhildana sivîl bikin.
Piştre Dadgeheka Federal a Îraqê Duşemê li ser gilîyê ofîsa Serokwezîr Zeydî biryara girtina Mihemedawî derxistibû. Lê belê, piştî ku Mihemedawî çû dadgehê û îfadeya xwe da, dadgehê biryara berdana wî da.