Wezareta Derve ya Amerîkayê bo VOA Kurdî: Îran bi Mîlîşayên Îraqî Gefê li Serweriya Îraqê Dike

Wezareta Derve ya Amerîkayê di bersiva pirsekê ya Dengê Amerîkayê Kurdî (VOA) de derbarê mêvandariya Îraqê ji bo Civîna 52emîn a Civata Wezîrên Derve ya Rêxistina Hevkariya Îslamî (OIC) li Bexdyê, Îran wek aktorek bêbawer binav kir û got ku Tehran bi karanîna mîlîşayayên Îraqî ji bo talankirina samanê gelê Îraqê, metirsiyê li ser serweriya Îraqê çêdike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha ragihand ku Washington piştgirî dide dîtina Serokwezîrê Îraqê, Eli Zeydî, ji bo avakirina siberojeke geştir ji bo hemû Îraqiyan.

Di bersivekê de ku bi rêya nameya elektronîk ji VOA Kurdî re hat şandin, berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, bi amajekirina civîna dîrokî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump û el-Zeydî di 14ê tîrmehê de, dubare kir ku Amerîka bi hêz piştgirî didin dîtina serokwezîrê Iraqê ji bo dahatûya welatê wî.

Di bersivê de hat gotin ku armanca Amerîkayê pêkanîna Îraqek serwer, ewledar û geşbûyî ye, welatek ku bikaribe rê li ber êrîşan bigire, hem li hundirê axa xwe hem jî ji derveyî wê, û ji bo gelê Îraqê û herêmê kar bike, di heman demê de wek hevpeymanek bihêz yê Amerîkayê bimîne.

Endamên Mîlîşyayên Îraqê - Seraya El-Selam - Samerra

Wezareta Derve ya Amerîkayê di berdewamiyê de Îran wek aktorek bêbawer binav kir û got ku Tehran dîrokek dirêj heye di bikaranîna mîlîşayên Îraqî de ji bo talankirina samanê gelê Îraqê û metirsîye li ser serweriya welatê.

Di beşeke din a bersivê de hate gotin ku hewildanên Amerîkayê ji bo damezrandina aramî li herêmê armanc dikin ku dewlet serweriya xwe biparêzin û bi rêya geşbûna aborî ya hevbeş bigihîjin ewlehiyê.

Hêjayî gotinê ye Îraq mêvandariya Civîna 52emîn a Civata Wezîrên Derve ya Rêxistina Hevkariya Îslamî dike. Ev civîn piştî zêdetir ji çil salan cara yekem e ku li Bexday tê lidarxistin, û wê roja Şemiyê, 17ê cotmehê, dest pê bike.

Mîlîşyayên Îraqî li Bexda

Wezîrê Derve yê Îraqê Fûad Hûsên di peyamekê de li ser Xê got ku mêvandariya vê Civîna ji aliyê Îraqê ve berpirsiyariyek dîplomatîk û derfeteke girîng e ji bo zêdekirina hevkariya Îslamî di demekê de ku herêm bi pirsgirêkên siyasî, ewlehî û aborî re rû bi rû ye.

Hûsên hêvî xwest ku civînên Bexdayê bibe gavek ji bo veguheztina ji hevgirtina di helwestan de ber bi hevkariya praktîkî ve, bi taybetî di piştgiriya doza Fîlîstînê, bihêzkirina aramîyê, û rêzgirtina serweriya dewletan de.