Kompaniyên Petrolê yên Amerîkî Vedigerin Îraqê

Copmanyayên Petrolê yên Amerîkî

Kompanyayên Petrolê yên Amerîkî mîna ExxonMobil, Chevron, KBR û Halliburton ligel Hikûmeta Îraqê danûstandinên xwe berdewam dikin ji bo pêşxistina projeyên petrol û gazê di demekê de ku Serokwezîrê Îraqê tekez kir ku di pêşerojê de, pêşîniya sereke ya karkirinê bidin kompanyayên Amerîkî ger ew bixwazin li Îraqê bixebitin."

Wezareta Petrolê ya Îraqê di daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe ya Facebookê weşandîye, ragihand ku Wezîrê Petrolê Basim Mihemed Xuzeyîr El-Ebadî roja Sêşemê pêşwaziya şandeke ji kompanya Amerîkî Chevron kir û li ser mijarên têkildarî sektorên petrol û gazê axivîn.

Herweha roja Sêşemê Parêzgarê Besrayê Esed El-Îdanî bi şîrketa Amerîkî KBR ku di sektorên enerjî û teknolojiyê de li cîhanê yên herî li pêş in, peymanek stratejîk a têgihîştinê îmze kir, di pêngavekê de ku armanca wê xurtkirina hevkariyên aborî û pêşxistina binesaziyê li parêzgehê ye.

Bi nêzîkbûna serdana fermî ya Serokwezîrê Îraqê Elî El-Zeydî bo Waşîngtonê, çav ser vê seredanê û encamên wê ne. Her çend mijarên siyasî, ewlehî û şerê li dijî gendeliyê mijarên sereke yên d rojevê de bin jî, "dosya enerjiyê" wekî yek ji girîngtirîn rûyên dîplomasiya aborî ya nû ya Bexdayê xwe ferz dike.

Herêm Kemal Axa dibêje, "Hatina Kompanyayên Amerîkî gavek erênî ye."

Herêm Kemal Axa (Serokê komîteya Neft û Gazê li Parlamentoya Îraqê gote Dengê Amerîkayê, "Derbarê kompaniyên neftê yên Amerîkî de, bêguman ew di nav kompaniyên herî pêbawerin û xwedî ezmûn û jêhatîbûneke bilind de ne di warê pîşesaziya neftê de."

Herêm Kemal Axa got jî ku "Hatina Kompanyayên Amerîkî gavek erênî ye."

Ew bawer dike ku ev dosya dê bibe yek ji rûpelên herî pêşîn di hikûmeta Serokwezîr Elî El-Zeydî de, da ku rê li ber van kompaniyan were vekirin ku li Iraqê bixebitin.

Wî herweha got, "Ev pêngav dê bi awayekî erênî vegere ser aboriya Îraqê, bi taybetî di warê pêşxistina zeviyên neftê û zêdekirina asta hilberîna wan de."

Serokwezîrê Îraqê û Nûnerê Taybet ê Serok Trump, Balyoz Tom Barrack di civîna heri dawî de pesnê biryara Îraqê ya ji bo destpêkirina danûstandinan bi Kompanîya Chevron ya petrolê re ji bo pêşxistina zevîyên petrolê yên Rojavayê Qurna-2 û Nasiriyeh ji bo berjewendîya hevbeş.

Serokwezîr di hevdetineke rojnamevanî de diyar kir: "Em ê bi aliyê Amerîkî re li ser projeya enerjî û pêşkeftinê nîqaş bikin, ku ji 500,000 bermîlan di rojê de dest pê dike û dibe bigihîje du milyon bermîlan di rojê de", û destnîşan kir ku ev hejmar bi "şert û mercên aborî û hilberînê ve girêdayî ne, û dibe ku ji sînorên kota yên OPEC-ê derbas bibin."

El-Zeydî got: "Bi vekişîna hêzên dawî yên Amerîkî ji Îraqê di 30ê Îlonê de, têkiliya bi Amerîkayê re ji hevkariyeke leşkerî veguherîne hevkariyeke aborî," û Washington wekî hevkarê bijarte bi nav kir.

Sefwan Qusey: Îraq dikare neftê li beramberî projeyên geşepêdanê yên Amerîkî biguher

Pisporê aborî Sefwan Qusey gote Dengê Amerîkayê, "Iraq li bendê ye ku hevkarî û şirîkatiyê ligel Amerîkayê zêde bike, bi taybetî di sektora neft û gazê de.

"Hebûna lihevkirineke stratejîk ji bo zêdekirina pişka nefta Iraqê bi qasî 500 hezar bermîlan - ne ji bo firotina di bazaran de, belku ji bo embarkirinê û qerebukirina daxistina ihtiyatên (rezerveyên) neftê yên Amerîkayê - dê derfetê bide Îraqê ku weberhênan û piştgîriya darayî ji aliyê Amerîkayê ve bi dest bixe," Sefwan got.

Wî dîsan got, "Em piştgiriya wê yekê dikin ku şiyana Îraqê ji bo pêguhartina neftê li beramberî projeyên Amerîkî were zêdekirin, bi taybetî di projeyên geşepêdanê de mîna sektora têkilî û ragihandinê (telekomnîkasyonê), û sektora veguhastinê. Ev hemû sîstembendiyeke weha ava dikin ku kompaniyên Amerîkî handan bide da ku derfetên weberhênanê li beramberî nefta Îraqê ya ji bo embarkirinê bi dest bixin; çi ev birra neftê di hundirê Îraqê de were embarkirin, an jî bo hundirê Amerîkayê were veguhastin."

Govend Şêrwanî: Îraq ji Çînê Pêngavan ber bi Amerîkayê ve Tavêje

Ji alîyê xwe ve pisporê aboriya petrol û enerjiyê, Govend Şêrwanî gote Dengê Amerîkayê, "Di gerên girêbestên neft û gazê yên 14 salên borî de li navend, başûr û hinek cihên bakurê Îraqê, baladestiyek eşkere ya kompaniyên Asyayî û bi taybetî yên Çînî li ser zevî û rûberên lêgerînê yên gaz û petrola Îraqê hebû. Ji ber vê yekê, Îraqê du tiştên girîng winda kirin: yekem, derfeta piralîkirina hevkarên navdewletî, û duyem, ji destdana sûdwergirtinê ji teknolojî û zanistiya pêşkeftî ya kompaniyên mezin ên Rojavayî, bi taybetî yên Amerîkî û Ewrupaya Rojava."

Şêrwanî zêde kir û got, "Xuyaye ku hikûmetê ev xeletî fêm kiriye û hewl dide qerebu bike. Di serdana dawî ya wezîrê petrolê yê berê de, nêzîkî 10 rûber û zevîyên lêgerîna gaza sirûştî rasterast pêşkêşî kompaniyên Amerîkî hatin kirin. Herweha, zeviya gaza sirûştî ya mezin 'E'kaz' li parêzgeha Enbarê dê ji bo kompaniyaya Amerîkî ya naskirî Schlumberger were radestkirin. Li gel vê, rikeberîya mezin di navbera kompaniyên Amerîkî de heye li ser zeviyê 'Rojava Qurna 2' (West Qurna 2) ku kompaniyaya Rûsî ji ber cezayan jê vekişiyaye.

Şêrwanî diyar kir ku eger girêbesta kompanyaya Chevron temam bibe, ev derfeteke mezin e ji bo pêşxistina vê zeviyê ku rojanê zêdetirî 400 hezar bermîlan hildiberîne û stûna aboriya Îraqê ye."

Şêrwanî dibîne ku pêdivîye Îraq pêwendiya xwe ligel van kompaniyên Amerîkî û cîhanî biparêze, da ku bernameya wezaretê ya gihandina hilberîna neftê ji 4.2 milyon bermîlan bo nêzîkî 7 milyon bermîlan di rojê de heta sala 2028'an cîbicî bibe."

Hêjayî gotinê ye ku di destpêka meha 5an a borî de, Serokê Amerîkayê Donald Trump rewşa awarte ya neteweyî ya derbarê Îraqê de ji bo salek din dirêj kir. Ev gaveke ku dihêle hemî dahatê petrola Îraqê di hesaba Banka Îhtiyat ya Federal a New Yorkê de di bin kontrola wê de be.