Wezareta Derve ya Amerîkayê got ku Washington çavêrê ye hikûmeta Îraqê mîlîşyayên girêdayî Îranê berpirsiyar bigire ji ber çalakîyên wan ên tundûtûjîyê.
Di bersiva pirseke Beşê Kurdî yê Dengê Amerîka de li ser planên hikûmeta Îraqê ji bo şerê li dijî qaçaxtîya petrolê li herêma Curf el-Sexerê û nerazîbûna Ketaîb Hîzbullahê, berdevkekî Wezareta Derve ya Amerîkayê di emailekê de got: "Amerîka çaverê dike ku Serokwezîr Elî el-Zeydî mîlîşyayên girêdayî Îranê li hember kiryarên tundûtûjî û têkdana aramîyê li seranserê Îraq û tevahîya herêmê bixe berpirsiyarîyê. "
Dengê herwiha ji wezaretê pirsî ka gelo Washington hay ji raportên nepiştrastkirî heye ku dibêjin plana hikûmetê ya kontrolkirina Curf el-Sexer hevdem e ligel serdana fermandarê Hêzên Qudsê yê Îranê, Esmaîl Qaenî, bo Bexdayê Sêşemê.
Wezareta Derve navê Curf el-Sexerê bi taybetî neanî, lê di bersiva xwe de bal kişand ser berpirsiyarîya milîşyayên alîgirên Îranê û rola wan ya xerab.
Berdevkê Wezareta Derve gote Dengê Amerîkayê: "Ev mîlîşya bi awayekî çalak serwerîya Îraqê dixin bin metirsîyê, aborîya Îraqê lawaz dikin, û bi rêya bertîl û gendelîyê samanên Îraqê didizin da ku sûdê bigihînin xwe û rejîma Tehranê."
Ev helwesta Waşîngtonê di demekê de tê ku hikûmeta Îraqê duh Sêşemê gefa paqijkirina herêma Curf El-Sexer a li başûrê Bexdayê ji çekdarên "Ketayîb Hizbullah" xwar, ku bi qaçaxçîtiya petrolê li wê deverê tên tawanbarkirin. Berdevkê hikûmeta Îraqê Heyder El-Ebûdî ragihand ku hikûmet rijd e li ser "paqijkirina Curf el-Sexer ji her aliyekî ku destkarî û xerabkarîyê di petrolê de dike.
Ketayîb Hizbullah a Îraqî red kir ku ji herêma Curf el-Sexer vekişe, tevî wê dema diyarkirî ya ku Serokwezîr Elî el-Zeydî ji bo derketina wê koma çekdar beriya derbasbûna hêzên çekdar destnîşan kiribû. Serkirdeyê di Ketaîb Hizbullah de Ebû Talib El-Seîdî ragihand ku ew wê dev ji pêgeha xwe ya li Curf El-Sexer bernedin û got: "Em ê ji Curf el-Sexerê dernekevin, her çiqas bûhayê wê jiyana me jî be."
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder El-Ebûdî roja Duşemê ragihand bû ku Serokwezîr Elî el-Zeydî ferman daye hêzên çekdar derbasî Curf El-Sexer bibin. El-Ebûdî tekez kir ku demeke diyarkirî ji bo derketina çekdarên "Ketayîb Hizbullah" heye û got ew dem "ne dûr e," bêyî ku dîroka wê eşkere bike. Lê li gorî raportên medyayî, hikûmetê roja Înê (20'ê Mijdarê) wekî roja dawî ya wê mohletê destnîşan kiriye.
Curf El-Sexer wekî derîyekî ber bi herêmên başûrê Îraqê tê dîtin, û ji ber xwezaya xwe ya erdnîgarî ya dijwar û cihê xwe yê ku parêzgehên rojava, navîn û başûr bi hev ve girêdide, xwedî girîngîyeke stratejîk e.