Amerîka roja Duşemê ragihand ku ew ê keştiya Firokhilgir USS Gerald Ford vegerîne derbenda wê ya sereke piştî mehekê ji xizmetê ku li avên Deryaya Spî ya Naverast mabû, da ku piştgiriyê bide Îsraîlê.
Keştîvaniya Şerker ya Amerîkî ya 6an derbarê vegera USS Ford daxuyaniyek weşand û got "Ewê bi berdewamî bersiva her welat yan aliyekî ne hikûmî bidin ku bixwaze gurbûnê li Kerta Gazayê çê bike."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pentagon bi domdarî dê li ser astê cîhanê û li ser astê parastina Rojhilata Navîn rewşê bişopîne û bo bersivdanê pabend bimîne."
Vê jî bixwîne: Austin li Rojhilata Navîn Serdana Tîma Firokhilgira 'USS Ford' DikeDaxuyanî dîsan dibêje ewê li gel hevpeymnan di hevkairyê de bin bo xûrtkirina parastina ewlekariya deryayî li herêmê.
Li gorî ajansa Associated Press (AP), Amerîka li şûna USS G. Ford û keştiyên din yên şer yên pê re bûn, dê keştiya beravî "USS Bataan-(LHD 5" û keştiyên cengê yên pê re "USS Carter Hall (LSD-50" bicih bikin.
Firokhilgira Amerîkî USS Gerald Ford ber bi herêma Rojhilata Navîn hatbû şandin, piştî ku milîtanên Hamasê roja 7ê Cotmeha borî êrîşî Îsraîl kirbû.
Berpirsên Pentagonê dabûn zanîn ku wan USS G. Ford şandbû herêmê da ku bersiva her hewildanekê bide yên ku dixwazin şerê li Gazayê berfireh bibe.
Jêder:AP