Erdheja Venezuelayê: 589 Mirî û Nêzîkî 3,000 Birîndar Hene

Hikûmeta Venezuelayê îro Înê ragihand ku bi sedan kes ji ber erdheja hêzdar ku li welêt qewimî hîn windayî ne û asê mane.

Di heman demê de, hejmara mirîyan gihîşt 589 kesan û 2,980 kes jî birîndar bûne.

Erdhejên mezin a ku pileyên wan 7.2 û 7.5 bûn, êvara Çarşemê li nêzîkî 160 kîlometre rojavayê paytexta welêt Karakasê dan. Ev erdhej di dîroka nû ya Amerîkaya Latîn de bûn du erdhejên herî mezin.

Hikûmeta seroka demkî Delcy Rodriguez soz da ku dê alîkarîyeke pir mezin bişîne deverê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Pêncşemê ragihand ku Washington alîkarîyeke lezgîn ji bo Venezuelayê dişîne. Wezareta Derve ya Amerîkayê got ku ew 150 milyon dolar wekî alîkarî bo Venezuelayê amade dike.

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku 25 tîmên alîkarî û rizgarkirinê ji seranserê cîhanê gihîştine Venezuelayê.