Korona li Hin Welatan Kêm Dibe û li Hinên Din Gur Dibe

Bo yekem car li Çînê îro Şemiyê ti keysên vîrusa koronayê nehatin tomarkirin, lê li welatên Amerîka Latînî nexweşxane hatine dagirtin.

Herçendî hikûmetên cihanê hewl didine abûriya xwe vekin, lê belavbûna vîrusa rê li wan hewldanan digre û dibe bend li pêş pêşwazîkirina bone û cejnan jî, wek roja Bîreweriyê li Amerîkla û cejna remezanê ya Misilmanan.

Li welatên ku sîstemên saxlemiyê lê lawaz in û hejmara xelkên wan pir e, şerê koronayê lê dijwartir e.

Tirkiyê îro Şemiyê pîvanên herî tund sepandin ji bo cejna Remezanê û serhildêrên Hosî jî li Yemenê daxwaz ji alîgirên xwe kir ku li malên xwe bimînin û maskan bikar bînin.

Gelek hikûmet jî bendên rêgirtina li vîrusê sist dikine.

Li Almanya, ku bi awayê danûstandina li gel vîrusê bal kişand ser xwe, 7 kesên nû bi vîrusê ketin li xwaringeheka bakurê rojavayê welêt, bo yekem car piştî vekirina xwaringehan berî du hefteyan.

Tê zanîn ta niha 338,000 kes li seranserî cîhanê ji ber koronayê mirine û 5.2 milyon kes nexweş in, li gor amarên zanîngeha John Hopkins.