Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Cihên Nimêjê Bingehîn Dibîne û Daxwaza Vekirina Wan Dike


Serokê Amerîka Donald Trump kenîse û cihên din ên nimêjê wek cihên bingehîn bi nav kirin û ji hakimên wêlayeta xwest ku ew dawiya vê hefteyê bêne vekirin, tevî ku hin navçe hîn girtî ne ji ber vîrusa koronayê.

Serok Trump roja înê huşdarî da hakimên ku li dijî vê yekê tevgerê bikin û got ew dê desthilata xwe bikar bîne lê negot çawa.

Trymp di konferanseka rojnamevanî ya Koşka Spî de got:

“Pêwîste hakim tiştê rast bikin û rê bidin cihên girîng û bingehîn ên baweriyê ku dawiya vê hefteyê vebin.”

Trump hewl dide di zîtirîn dem de abûriya Amerîka veke û Koşka Spî bi baldarî xemên mesîhiyên spî yên incîlî, ku alîgirên Trump in, dişopîne.

Piştî ragihandina Trump, Navenda Kontrolkirin û Jinavbirina Nexweşiyan CDC hin pîvanên nû ji bo cihên nimêjkirinê û awayê vekirina wan belav kirin.

Ajansên saxlemiya giştî şîretan dikin ku bêhtirî 10 kesan li cihekî girtî kom nebin û 6 gavan ji hev dûr bin, eger pêkane be.

Tê zanîn hin navçeyên Amerîkî hîn di bin biryara mayîna li mal de ne.

XS
SM
MD
LG