Rola Jina Kurd di Roja Cîhanî ya Jinê De

Cîhan Îro Yekşemê roja Jinê ya navnetewî pîroz dike û Neteweyên Yekbûyî îsal bi duruşmeya “Bibexşe da werbigirî” pêşwazîya vê rojê kir.

Hesaba Women’s Day li ser platforma X’ê ev roj li Jinên cîhanê pîroz kir û got ku Îro “demek e ku mirov li ser pêşketinê hizir bike, hêza çalakîya bikom bikar bîne û piştgirîyê nîşan bide.”

Wê got,” Di demekê de ku gelek vê rojî pîroz dikin, me cihek ji bo kesên ku rastî pevçûn û neheqîyê dibin û têkoşîna domdar a ji bo wekhevîyê dikin, heye.”

Serokê Berê yê Herêma Kurdistana Îraqê Mezûd Barzanî, ev roj pîroz kir û got, “ez pîrozbahîyê li jinên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim. Ez rol û qurbanîyên jinên Kurdistanê dinirxînim ku her tim beşekî mezin ji têkoşîn û berxwedana gelê me bûne û barê şoreş û qurbanîyê li ser milên wan bûye.”

“Bi vê boneyê, ez ji hemû jinên Kurd re bextewarî, serfirazî û serkeftinê dixwazim,” Barzanî got.

Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrîn di vê rojê de got ku “em hêz û berxwedana jinan li her derê silav dikin.”

Wê li ser platforma X’ê wêneyeke çend kezîyan parve kir û got,”wekî endamên Yekîneyên Parastina Jinan, em ji nû ve piştrast dikin ku azadî û serkêşîya jinan ji bo avakirina aştî û civakek dadperwer pir girîng in.”

“Tekoşîna me berdewam dike heta ku jin wekhevîya tevahî, parastina xwe û beşdarîya xwe di her qada jiyanê de bi dest bixin,” Rohilat Efrîn got.

Nivîskar û helbestvan Asya Xerzan di vê boneyê de ji Dengê Amerîka re got, ”em îro ne tenê rojekê pîroz dikin, em îro dîroka berxwedana ku ji keda jinên karkerên New Yorkê dest pê kiriye û gihiştiye heta bi lûtkeyên şax û çiyayên Kurdistanê, silav dikin.”

Xerzan ku li Almanyayê dimîne got ku jinên Kurd,“Bi hişmendîya "Jin, Jiyan, Azadî" nîşanî cîhanê da, ku azadîya jinê, bingeha azadîya hemû civakê ye.”

Civaknasa Kurd Arêz Mihemedî dibêje ku rewşa jina kurd di nav jinên dunyayê de cîyawaz e.

Wê di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka got ku jina kurd,” di çarçoweya Neteweyeke dagîrkirî de maye, di sîstemeke kolonyalîst de ye, li jêr barekî aborî asê maye, di sîya hikûmeteke dîktator de ye. Ev hemû dikaririn pirsa Jina Kurd cîyawaztir bike.”

Mihemedî ku li welatê Swêd dimîne, bawer e ku “pirsa jinê li Rojhilata Navîn bingeha Demokrasîyê ye.”

“Em li rojhilata Kurdistanê ku çend salin di nava şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de bûn û niha jî li hember cengeke mezinin, ez bawer im ku niha tiştê ku dikare guhertinê bîne ew e şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ye,” Mihemedî got.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, “Roja Jinê ya Navneteweyî ya 2026an di demekê de tê ku bingehên dadwerîyê di bin fişarê de ne. Şer, tepeserkirin û alozîyên siyasî serwerîya yaseyê qels dikin û gihîştina bi mîlyonan jin û keçan ji bo dadmendîyê sînordar dikin.“

Hêjayî gotinê ye ku Roja Jinê ya Navneteweyî vedigere destpêka sedsala 20an, dema ku jinan li gelek deverên cîhanê ji bo baştirkirina şert û mercên kar û mafên siyasî dest bi bilindkirina dengê xwe kir.