Roja Zimanê Dayikê li Dîyarbekirê Tê Pîroz Kirin

Jinên Kurd li Dîyarbekirê Roja Zimanê Dayikê pîroz dikin

Roja Zimanê Dayîkê ya Navnetewî bi bizavên cûda li Dîyarbekirê û sernaser bajarên Kurdan tê pîroz kirin.

Tevgera Zimanê Kurdî (TZP), Egitim Sen û Kurdî Derê jibo pîrozkirina vê rojê resepsîyonek lidar xist.

Li ser navê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), parlamenterê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer jî di şeve de amade bû û di axaftina balê da ser polîtîkayên asîmîlasyona zimên.

Serokê Kurdî Dera Dîyarbekirê, Sebahattin Gultekin jî got, Kurd li Tirkîyê hatine wê astê ku ew xwe asîmîle dikin. Wî got, divê li her qadê jîyanê Kurd bi zimanê xwe biaxivin.

Ji Komela Dayikên Aştîyê Gurbet Eryilmaz jî got, bi xêra dayikên Kurd zimanê Kurdî zindî maye. Wê bang li Kurda kir ku li her qada jîyanê bi zimanê xwe biaxivin.

Ji civata Suryanîyan Yusuk Akbulut jî di derbarê girîngîya zimanê dayikê de bi zimanê Suryanî gotarek da.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_02_21_2014