Bernameyên ser Zimanê Kurdî li Dîyarbekirê Destpê Dikin

15’ê Gulanê jibo Kurdan rojeke girîng e. Di wê roja 1932’yan de, Celadet Bedirxan hejmara yekê ya Kovara Hawarê derxist. Loma jî Kurd wê rojê, wek Roja Zimanê Kurdî pîroz dikin.

Komîsyona Ziman û Perwerdê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jibo Cejna Zimanê Kurdî daxuyanîyek da çapemenîyê.

Endamê wê komîsyonê Osman Ozçelîk got, ziman perçeyeke hebûna mirov e û qedexa ser ziman ya li ser ramanê ye jî.

Ozçelîk destnîşan kir ku li 113 dewletên seranser cîhanê pir zimanî bi fermî heye. Wî herwiha got, li cîhanê 6 hezar ziman hene, lê 3 hezar ziman ber bi hindabûnê ve diçin.

“Ger zimanek nebe zimanê perwerdê, ew nikare xwe li ber lawazbûn û tunebûnê bigire. KCD bang dike ku hemî welatî, sazî û rêxistinên Kurd xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_5_9_14