Patrayarkê Suryanên Ortodoks li Cîhanê Îgnatyus Eframê Duwem serdana bajarê Qamişlo kir. Ji wir wî banga pêkvejiyan û toleransê di nav hemû pêkhateyan de kir.
Ligel axaftinên derbarê guhertina navên hin dibistanan û pêşniyarên ku zimanê Kurdî wek derseke hilbijartî li Sûrîyê were dayîn, xwendekar, mamoste û civaka Kurd bi giştî daxwaza pejirandina Kurdî wekî zimanekî fermî dikin.
Di nav kurdan de bi giştî û di nav kurdên Rojava de bi taybetî malbata Bedirxanîyan rolek taybet ê pêşengîya rojnamegerîya kurdî heye, li pey wan niha bi sedan rojnamevanên jin jî ketine di qada rojnamevaniyê de û rolek çalak heye.
Şandeke hikûmeta Sûriyê ya veguhêz bi serperiştîya Dadwerê Giştî yê Sûrîyê û berdevkê tîmê serokatiyê yê berpirs ji cîbicîkirina peymanên di navbera hikûmetê û Hêzên Sûrîya Demokrat de, serdana Hesekê û Qamişlo kir.
Di demekê de ku prosesa entegrasyonê di navebra Hêzên Sûrîya Demokratîk û hikûmeta demkî ya Sûrîyê de berdewam dike, welatîyên Rojava hêvî dikin ev pêvajo aştîyeke mayinde bi xwe re bîne.
Di demekê de ku kar tê kirin ji bo tevlêkirina dergehê sînorî yê Sêmalka bo nav sîstema gumrikê ya Sûrîyê, bazirgan û rûniştvan xemên xwe li dor bilindbûna pêşbîn a kelûpelan der dibirin.
Roja Şemîyê 400 dîlên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) yên li cem hikûmeta demkî ya Sûrîyê dîlkirî bûn, hatin azadkirin. Di heman demê de HSD'ê 90 dilên hikûmeta Şamê dan berdan. Bêtirî agahî di vê raportê de.
Di navbera pîrozkirina salvegera damezrandinê û gotûbêjên siyasî li ser siberoja hêzên Yekîneyên Parsstina Jinê(YPJ) , şîrovekar dipirsin: gelo YPJ dê wek hêzeke serbixwe bimîne an dê bibe beşek ji sazîya parastinê ya Sûrîyê?