Salane ji ber mînên çandî yên serdema şerî Îraqê û Îranê welsatî li herêma Hewaraman dibin qurban. Berpirsê Saziya Mayînan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, ji ber kêmasiya otombîl û alavên lêgerînê, îmên me nikarin bi awayekî berfireh li hemû zeviyên mînan de kar bikin.
Ji bo nasandin û bibîranîna lîstikên kurdî yên kevneşopî, zanîngeha Helebce bi piştevaniya gundiyan festîvalek ji bo wan lîstikên li dar xist û jin û mêrên gundewarên herêmê çend lîstikên kevin pêşkêş kirin.
Li bajarê Helebce çend sazî bi piştevaniya hunermendan dixwazin şevên Helebce yên şahî û mûzîkê û kom bûna malbatan ku ev çend sal in ji ber nerihetî û rewşa siyasî nehatine lidarxistin, carek din vejînin û wan şevan zindî bikin.
Kesûkar û malbatên qurbaniyên Helebce di bîranîna roja cîhanî ya zarokên winda de, merasîma zarokên ku di kîmyabaran Helebcê de winda bûne li bîr anîn.
Di nava civaka Kakeyî û Yarsaniyên herêma Hawraman de, bîranîna "Mastê Qalatê" hersal tê pîroz kirin. Kakeyî di nava olên li herêmê de bi aştî û biratî dijîn û tembûr û awaz jenîn alavê wan yê pîroze û wan ji aliyê rûhî ve bi heza xwedê ve girê dide.
Enstîtûya Goeth'ê ya Almanî li bajarê Helebce şeveka muzîk û stranên Kurdî û cîhanî pêkanî.
Hunermendên Keç yên Nîgarkêş di şahî û ahengan de berhemên xwe pêşkêş dikin behsa şiyan û hêza jinê dikin.
35 gundên girêdayî eşîreta "Newrolîyan" li herêma Hewraman ya Helebce di festîvaleke kulturî ya demsala biharê de hatin ba hev, bi govend û çalakiyên kulturî dixwazin kevenşopiyên xwe biparêzin û nifşên nû hatî li ser wan kevneşopî û çalakiyên kuturî yên resen perwerde bikin.
Di merasîmeke taybet de qurbanîyên Enfal ya serdema rejîma Saddam Huseyîn li bajarê Helebce hatin bi bîr anîn.
Di demsala biharê de giyayên biharê yên Hewramanê xwedî bazareke germ in û welatiyên parêzgehên din yên Îraqê tên Herêma Kurdistanê jî ji bo kirîna van giyayên biharê yên herêma Hewaraman ya navdar bi xweza û bedewiya xwe.
Di kîmyabarana Helebcê de li sala 1988ê nêzî 5,000 kes hatin kuştin û nêzî 10,00 kes jî birîndar bûn, lê heta niha derdê kesûkarên qurabniyan nehatien çareser kirin.
Îro Salvegra 35an ya Kîmyabarana Helebce ye, ku 35 sal in, çîrok û serpêhatiyên xemgîn û biêş yên qurbaniyên kîmyabaranê tên bihistîn. Omerê Xawer tevî zarokê sava ku mînaka qurbaniyên komkujiyê bûn, bûne simbol û nîşana komkujiya bajêr ya sala 1988ê.
Muzîk weke alavek ruhî û olî ji kevin de îiyê giringî û gotûbêjane, her estrumenteke muzîkê li cem olekî giring û pîroz e. Li cem bawermendên Zeradeştî tembûr pîroz e.
Her roj bi sedan mirov serdana bazara rengîn ya bajarê Helebcê dikin
Kalana nanê gelêrî yê Kurdî ye ku ji hevîr, pîvazên kesk û rûnê çandinîya herêmî tê çêkirin. Dengê Amerîka bi Zekerya Aras re hevpeyvînek kir, ku ev nêzî 8 sal in li bajarê Helebce ser erebeya xwe nanê Kalana difiroşe.
Înstîtuya Goethe bi hevkariya li gel grûpa muzîkê ya girêdayî Rêveberiya Huner û Roşenbîriya Helebce şeveke muzîk û strangotinê saz kir.
Li Bajarokê Penciwîn yê li girêdayî parêzgeha Silêmaniyê û li ser sinorê Îran-Îraqê ye 5.emîn festîvala roja bajêr hat saz kirin. Şahî û dîlanên millî û stran û xwarinên kurdî hatin pêşkeş kirin
Li bajarê Helebce merasîma salvegera serhildana dijî Saddam ya Ssla 1987'an hate lidarxistin
Li Helbece, li gundê Ebabeylê, şahitên êvariya newroz û festîvala gund bi coş û dîlanan hatin pêşwazî kirin
Pirtir bar ke