Piştî xwepêşandan alîgirên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê li Hesekê pêkhatî û alozî bi xwe re anîn, Kurdên rojava car din hest bi bê aramî û nerihetîyê kir. Îvan Hesîb ji Hesekê agahîyên nû radigihîne.
Alîgirên Hikûmeta demkî ya Sûrîyê daxwaz dikin ku kontrola xwe li ser hemî parêzgeha Hesekê xurt bike û ewl dan ku bi ser taxên Kurdan de bi meşin. Piştî xwepêşandanê alozî û reaksyon derketin holê. Îvan Hesîb ji Hesekê agahîyan dide.
Alîgirên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê îro li bajarê Hesekê xwepêşandan li dar xistin û daxwaz kirin ku dewlet kontrola xwe li ser parêzgehê ferz bike. Xwepêşander ber bi taxên Kurdan ên li bakurê bajêr ve çûn, û hin alozî çêbûn.
Ji dema hilweşandina rejînma Beşar Esed di sala 2024an de, bo cara yekê ala nû ya Sûrîyê li navenda bajarê Hesekê hat bilindkirin. Raporta Îvan Hesîb li ser mijarê radiweste
Şandeke hikûmeta demkî ya Sûrîyê gihîşt Qamişlo da ku çavdêrîya amadekarîyên dawî yên vekirina firokxaneya bajêr bikin. Karbidestên Sûrî dibêjin firokxaneya navnetewî dê di demeke nêzîk de vebe.
Ji ber ku di dema vegera karwanên berê yên Koçberên Serêkanîyê de malbatên Kurd rastî tundîyê hatbûn, niha karwanê sêyan vegerîya lê malbatên Kurd di nav de nebûn. Îvan Hesîb ji herêmê zanyarîyên derbarê vegera Koçberan dide.
Karwanê sêyan yê derbiderên Serêkanîyê vedigere. Zivistan nêzîk dibe û koçber zêdebarî zehmetî û nebûna pêdivîyên jiyanê neçar man ji kampa Waşokanî ya li Hesekê vegerin Serêkanîyê.
Roja Duşemê 5'ê Cotmehê karwanê sêyan yê koçberên Serêkanîyê ku di kampa koçberan a Waşokanî de bûn dest bi vegerê kirin. Îvan Hesîb ji cihê bûyerê pêzanînan radigihîne.
Tevî ku stasyona Elok a li Serê Kanîyê niha dixebite, karbidestên xwecihî dibêjin ku ew hîn bi tevahî nikare avê ji bo tevahîya rûniştvanên bajarê Hesekê misoger bike. Ji bo welatîyan, krîza kêmbûna avê didome.
Bi destpêkirina sala xwendinê re, gelek dibistanên hikûmetê li bajarê Qamişloyê di rewşeke xirab de ne. Hin ji wan girtî ne û hin jî malbatên koçber lê dimînin. Vê rewşê malbat neçar kirine ku zarokên xwe bişînin dibistanên taybet, û ew jî giran in. Raporta Îvan Hesîb agahîyên bêhtir hene.
Tevî vegera du karwanên derbiderên Serê Kanîyê ji bo mal û gundên xwe, lê piranîya wan malbatên Ereb bûn. Hîn Kurd ji ber astengîyên ewlehîyê venegrîyane bajêr. Îvan Hesîb bêtir agahîyan dide.
Tevî ku nêzîkî neh meh ji rêkeftina entegresyonê ya di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de derbas bûne jî, lê hêj piraniya sazî û dezgehên dewletê girtî ne, ev yek bûye sedem nerazîbûn û gazinaên rûniştvanên Hesekê û herêmê.
Bi dirûşmeya "Zimanê Me Nasnameya Me ye" li Qamişlo xwepêşandek pêkhat û beşdaran bi yek deng gotin em perwerdeya bi temamî ya zimanê Kurdî dixwazin.
Li seranserî parêzgeha Hesekê û bi taybet li Qamişlo qelek kes û malbatan bi rêya Kîyosk û erebaneyên gerok debara jiyana xwe dikin û bûne çavkanîya jiyana wan.
Xebatên nûjenkirina Firokxaneya Qamişlo ya navnetewî berdewam dikin, di demekê de desthilatdarên Sûrîyê dibêjin ku ewê di demeke nêzîk de dîsa vebe. Rûniştvanên deverê dibêjin wê vekirina firokxaneyê seferê pir hêsan bike.
Tevî ku bihayê madeyên avakirinê bilind dibin jî, lê li bajarê Qamişlo sektora avahîsazîyê bi awayekî berbiçav zêde bûye û defetên kar ji bo bi hezaran karkeran peyda kiriye.
Li gundewarê bajarê Amûdê, rêxistineke jîngehê projeyek damezrandîye ji bo piştgirîya çandinîya xwezayî û dabînkirina tovan ji cotkaran re.
Piştî ku rejîma Beşar Esed hat hilweşandin, Hikûmeta Demkî ya Sûriyê di qonaxek veguhêz de derbas dibe, her çende parlamentoya welêt hatîye damezrandin lê hêjî yasay ji bo damezrandin û karkirina partiyên siyasî nehatîye saz kirin.
Li bajarê Qamişlo yê Rojava ebreşîya Yekîtîya Krîstîyanan civînek derbarê aştîya sivîl pêk hat. Di civînê de nûnerên hemû pêkhateyên netewî û olî yên herêma Cezîrê beşdar bûn.
Li bajarê Qamişlo pirtûkxaneya Şilêr ku zêdetirî 6,000 pirtûk ji bo xwendinê lê hene, bûye cihê kombûna xort û keçên ku hezkirina xwendinê parve dikin. Rêveberên wê dibêjin ku ew hewceyê bêtir pirtûk û jêderên lêkolîn, zanistî û wêjeyî ne.
Pirtir bar ke