Pisporên jîngehê dibêjin ku diristana bi tenê ya Kobanîyê di bin gefeya têkçûnê de ye. Ew dibêjin ti projeyên rasteqîn ji alîyê şaredarîya bajêr û desteya jîngehê ve ji bo parastina vî samanê xwezayî tunene.
Ji ber nebûn û bihabûna sitomenîyê, cotkarên Kobanîyê rûberên zevîyên xwe kêm dikin û berê xwe didin çandinîya bejî.
Li bajarê Kobanîyê yê Rojava ajotina bêserûber a motorsîklêtan ji alîyê ciwanan ve metirsîyê li jiyana wan û ya xelkê çêdike.
Di şeveke bêdeng ya berî 11 salan de bajarê Kobaniyê piştî şerekî wêrankar dîsan rastî êrîşke çekdarên hov yên Daişê hat. Qurbaniyên komkujiyê behsa çîrokên xwe yên xemgîn dikin.
Rûniştvanên herêma gundewarê Kobaniyê bi taybet li gundê Qeremox ji ber gulebarandina rojane û domdar a leşkerên Tirk bêzar bûne û zarok û malbat di nava tirs û bêzarîyê de dijîn
Li bajarê Kobanîyê coşa Cama Cîhanê bi civatên germ berdewam dikin, tevî ku gelek zehmetî û astengî li bajêr hene.
Bilindkirina buhayê nan ji alîyê hikûmeta demkî ya Sûrîyê ve barê welatîyên li Kobanîyê giran dike û wan neçar dike ku kirîna nan kêm bikin.
Xecê Îmam, jineke Kurd ji navçeya Kobanîyê, bi rêya hunera dengbêjîyê û bi nasandina amûrên kevnare hewl dide çanda herêmê û kelepûra ne madî biparêze.
Sîstema nû ya wergirtina genim di sîloyan de ji aliyê hikûmeta demkî ya sûrî ve bûye cihê nerazîbûnê li cem çotkarên Kobaniyê.
Di navbera xewna vegerê bo ser cih û warên xwe bi awayekî ewle, û jiyana di nava kavilên muzexeneya Kobanîyê de, çarenivîsa malbatên derbiderên ji Girê Sipî û Reqayê nediyar dimîne.
Li herêma Kobaniyê, diyardeya karkirina zarokan ji ber mercên aborî û jiyanî yên xirab bi awayekî berfireh belav dibe.
Li Kobanîyê diyardeya belavbûna dûmana ji şekmanên otombîlan ji ber xerabîya sotemenîyê û çanda derxistina qutîya jîngehê zêde bûye. Gelo di Roja Cîhanî ya Jîngehê de, desthilatdarên xwecihî li Kobanî û hikûmeta Sûrîyê dê karibin qanûnên biryarder bistînin da ku rê li ber van metirsîyan bigirin?
Vekirina bendavên Tirkîyê yên Çemê Feratê bûye sedema lehîyeke mezin ku ligel wê krîzeke mirovahî û jîngehî derketiye. Li gundewarê Kobanîyê, zêdebûna asta ava Feratê zirar gihandîye çandinîyê û jiyana sivîlên xwecihî xistîye metirsîyê.
Li Kobanîyê helbijartinên parlemanê hatin lidarxistin û du kesan qezenc kir ku yek ji wan Kurd e, lê ev helbijartin ji hêla hin partiyên siyasî ve hatibûn baykotkirin.
Piştî derbiderîya salên dûr û dirêj, yekem karwanê derbiderên Efrînê yên li Kobanîyê vegerîya Efrînê. Derbider dibêjin wan hin metirsî hene lê bi vegera bo mal û milkên xwe kêfxweş in.
Pispor û çavdêr li bajarê Kobanîyê yê Rojava dibêjin ku prosesa entegrasyonê ligel Şamê dike ku krîzeke bêkarîyê li nav hejmareke mezin a karmendên Rêvebirîya Xweser peyda bike.
Civateke berfireh roja Şemîyê bo pêkhate û eşîrên herêma Firatê ya Sûrîyê li bajarê Kobanîyê pêk hat. Mebesta vê komcivînê bihêzkirina peywendîyên civakî û parastina aştîya navxweyî bû.
Dora 80 Xwendekarên zanîngeha Kobanîyê, beşê zimanê Kurdî di merasîmekê de bawernameyên xwe yên derçûnê wergirtin û Rêveberîya zanîngehê ew derçûn wek gaveke girîng anî ziman.
Apê Mihemed û malbata xwe ji gundekî dûr ê Kobanîyê hatine navenda bajêr da ku beşdarî meşa girseyî ya daxwaza azadîya dîlên şer bibin. Lawê Mihemed yek ji dîlên şer e dema ku ew di nava Hêzên Sûrîya Demokratîk de bû ji alîyê hêzên hikûmeta Sûrî ya demkî ve hatîye girtin.
Li devera Kobanîyê veguhestina navendên ezmûnên xwendekaran ji Helebê bo Sirînê bûye cihê pirsgirêkan li cem xwendekaran. Hikûmeta demkî ya Sûrîyê tê tewanbarkirin ku ew mijara ezmûnan wekî givaştineke siyasî bikar tîne. Hikûmet jî bersivê dide.
Pirtir bar ke