Konferansa Salanê ya Tirkîyê ya Enstîtuya Rojhilata Navîn li 23’ê Hezîranê, roja Pêncşemê li Washington hate kirin.
Salih Turan dibêje, parlamenterên Kurd li ser vekêşana hêzên çekdar, derxistina efûyeke giştî û pirsa zimanê Kurdî bisekinin.
Wahab Binavî Kurdekî penaber e ku jiber zordarîya rejîma Saddam Huseyîn warê bav û kalan hêlaye û ligel malbata xwe hatiye Kandayê.
Kurdolog û lêkolînerê navdar, Profesor Maksîmê Xemo do Înîyê jiber nexweşîya penceşêra qirikê, li gundê Avşînê yê Yerevanê koça dawî kir
Rêberê gruba serhildayên Kurd hişyarîya vegera şer li Tirkîyê dike, eger hikûmeta jinûve hilbijartî daxwazên wî yê otonomîyê cîh neyîne.
Esat Canan dibêje, dayik, jin û xortên Kurd bi xebateke gelek hêja ev serkeftina dîrokî derxistîye
Î. Halîl Baran dibêje, tiştê herî zêde bala wî kişandiye ev bû ku yekîtîya Kurdan dilê her kes pir şa kirîbû.
Rojnamevan Ergulen Toprak dibêje, Partîya Aştî û Demokrasîyê bi berbijarên baş ev serkeftina girîng dest xist
Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) 36 parlamanter derxistin ku 6 ji wan jiber doza Koma Civakên Kurdistanê (KCK) girtî ne.
Rukîye Ozmen dibêje, di nav parlamenterên BDP'ê yên nû de hem jin hene, hem sîyasetvanên girtî û hem jî nûnerên kêmanîyên olî û nîjadî.
Alî Fîkrî Işik dibêje, 36 parlamenterî serkeftineke mezin e û sîyasetvanên Kurd di parlemana nû de roleke pir girîng bilîzin.
Hilbijartinên giştî her çar salan carek têne kirin û 50 milyon û 189 hezar û 930 hemwelatî wê di van hilbijartinan dê dengê xwe bidin.
Şavata dibêje, me li Meletîyê xebateke gelek baş kirîye û hêvîya wan heye ku ev di hilbijartinan de serkeftî be.
Abdulrahman Gok dibêje, berbijarên Bloka Ked, Aştî û Azadîyê di rewşeke baş dene û îhtîmaleke mezin e, her 4 namzed jî serkeftî bin.
Alî Fîkrî Işik balê dikşîne ku xebatên Bloka Ked, Aştî û Azadîyê ji partrîyên din baştir û coştir didomin.
Abdulbasit Hamo dibêje, konferans hem jibo hemî gelên Sûrîyê û hem jî, jibo gelê Kurd taybetî pir serkeftî bû.
Serokê Giştî yê Partîya Dad û Pêşvebirinê û Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî, jibo axaftina hilbijartinê çû Dîyarbekirê.
Rênas Akreyî dibêje, jîyana Kanada xweş e, lê ji alîyê hunerê ve zehmetir e ku meriv hunera xwe pêşve bibe
Di konferansa Zanîngeha Hakkarîyê de gelek nivîskar û lêkolerên navdar gotarên xwe pêşkêş kirin.
Saît Pektaş dibêje, ev hilbijartina herî girîng ya dîroka Tirkîyê ye, çimkî pirsa Kurdî ji alîyê parlemana nû dê were çareser kirin
Pirtir bar ke