Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsekî PDK li Kerkûkê: Kemal Kerkûkî Sedema "Şaştiya Mezin" ya Nebûna Yek Lîsta Kurdî Bû


Dîmenên Dengdanê li Kerkuk
Dîmenên Dengdanê li Kerkuk

Berpirsê Civata Serkirdayetiya Kerkûkê ya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkukê, Dr. Kemal Kerkûkî, tê tawanbarkirin ku ew sedema serekî bû ya çênebûna yek lîsta Kurdan di hilbijartinên xwecihî yên Kerkûkê de.

Fehmî Fayiq, Kargêrê Şaxê Kerkûkê yê PDK'ê, got nêrînên Dr. Kerkukî û pêşbîniyên wî yên li ser hilbijartinên Kerkûkê nerast bûn û bûn sedema şaştîya mezin ku Kurd li Kerkukê bi yek lîst dernekevin hilbijartinan.

Fayiq ji Dengê Amerîka re got ku "Şaxê partiya PDK'ê û 10 endamên şaxê Kerkûkê amade bûn ku Kurd bi yek lîst bikevin hilbijartinên Kekûkê. YNK'ê jî nermî nîşan dida, herwiha 13 partiyên Kurd û Kurdistanî jî amade bûn ku bi yek lîst bikevin hilbijartinan, bi mercê ku PDK û YNK di yek lîstê de hebin."

Li gor Fayeq, "Heza Kemal Kerkûkî li ser yeklîsta Kurdan nebû. Wî got ku YNK'ê 16 Cotmehê encam daye û dê xelk dengê xwe nedinê, lê pêşbînî û xwendina Kerkûkî xelet derket."

Berpirsê PDK'ê dibêje, "Pêwîst bû Kemal Kerkkî gotûbêj ligel YNK'ê bikirana, lê wî bêyî ku gotûbêj çê bibin yek lîsta Kurdan red kir."

Fehmî Fayiq îdîa dike eger ku Kurd di hilbijartinên Kerkûkê de di yek lîst de biketana hilbijartinê, dê herî kêm 9 kursî bidest xistibana.

Kemal Kerkûkî endamê Serkirdayetiya PDK'ê ye û di xula siyan de serokê parlamena Herêma Kurdistanê bû.

Dengê Amerîka xwest derbarê îdîayên Fehmî Fayiq nêrînên Kemal Kerkukî bistîne, lê hewildan bê encam bûn.

Dengê Amerîka derbarê dengdana pêşwext ya taybet de hevdîtin ligel Dr. Kemal Kerkûkî encam dabû. Jiber ku PDK'ê di wê dengdanê de kêm deng anîbûn, Kerkûkî gotibû ku "şaştiyek" hebû û ew sedeman lêkolîn dikin.

Raporta Hilbijartinên Kerkuk
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:34 0:00
XS
SM
MD
LG