Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îraqê Gefa Hilbijartinên Pêşwext Dike


Serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî daxwaza encamdana hilbijartinên pêşwext dike eger rêberên wî welatî qeyrana sîyasî çareser nekin.

Nûrî El Malikî, yê Şîe, roja Çarşemê got ku eger neyarên sîyasî yên wî daxwaza wî qebûl nekin jibo danûstandinan, ew neçar dibe ku daxwaza encamdana hilbijartinên nû bike.

Li gor destûrê Îraqê, divê piranîya 325 endamên parlemana Îraqê dengî bidin jibo hilweşandina parlemanî û encamdana hilbijartinên pêşwext.

Rêberên Sunnî, Kurd û hejmareka rêberên Şîe ji Malikî dixwazin dest ji desthilatê berde û wî bi kontrolkirina desthilatê tawanbar dikin.
XS
SM
MD
LG