Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seyda: Rûsya Her Piştgîrîya Rejîma Esed Dike


Sergey Lavrov (çep) û Abdulbasit Seyda (rast) li Moskow kom bûn, Çarşem, 11'ê Tîrmeh a 2012.
Sergey Lavrov (çep) û Abdulbasit Seyda (rast) li Moskow kom bûn, Çarşem, 11'ê Tîrmeh a 2012.
Rêberê Encûmena Niştîmanî ya Sûrîyê dibêje ku piştgîrîya Moskow bo serokê Sûrî Beşar El Esed, sedema berdewambûna tundûtûjîyan e li Sûrîyê.

Abdulbasit Seyda roja Çarşemê li Moskow bi wezîrê derve yê Rûsî Sergey Lavrov re kom bû.

Piştî civînê, Sedya gote peyamnêran ku Rûsyayê helwêsta xwe neguhertiye û her piştgîrîya rejîma Esed dike.

Rûsya yek e ji hevalbendên serekî yên rejîma Sûrî û ev yekemîn serdana Abdulbasit Seyda ye bo wî welatî piştî wek serokê Encûmena Niştîmanî ya Sûrîyê ya opozisyon hate destnîşankirin.
XS
SM
MD
LG