Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: Hêzên Artêşa Sûrîyê 14 Kes Kuştin


Çalakvanên Sûrî dibêjin hêzên hikûmetê ligel serhildayan roja Yekşemê li seranserî welat pevçûne, û bi kêmanî 14 kuştî li dû xwe hiştine.
Komeleya Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan bombebarankirinên hikûmetê li parêzgehên Hama, Hums, Heleb Deraa û Dêr Ezorê û herwiha li çend taxên Şama paytext ragihand. Jimara qurbanîyan bi awayekî serbixwe nayê piştrast kirin.
Ev tundûtûjî tê kirin li dema ku hikûmeta Sûrîyê red kir ku hêzên wê çekên giran û firoke di şerê li dijî serhildayan de hefteya borî li gundê Trêmsê bikar anîye.
Peyvdarekî Wezareta Derve ya Sûrîyê dibêje, operasyoneke dijî şervanên çekdar di nav tundûtûjîya Trêmsê de hebû.
Peyvdara N.Y. Sauwan Ghosheh got, êrîşên Trêmsê malên çalakvan û kesên ji artêşê veqetîyayî kirine armanc.
XS
SM
MD
LG