Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîyamend Haco: Axaftinên Morsî Alîkarîya Gelê Sûrîyê Nakin


ွ Syria Egypt
ွ Syria Egypt
Serokê Misirê Mihemed Morsî gotibû ku rejîma Sûrîyê rewabûna xwe ji dest daye. Birêz Morsî li kombûna welatên ne alîgir ya ku li Îranê pêk tê, dabû xuya kirin divê welatên Ereb gelê Sûrîyê ji vê rejîma zordar rizgar bikin. Axaftinên Morsî nerazîbûna Îranê nîşan da.

Di vê derbarê de, birêz Sîyamend Haco, berpirsê beşê raporan li malpera kurdwatch.org ji Dengê Amerîkayê re dibêje ku axaftinên serokê Misirê tiştekî jibo gelê Sûrîyê biser naxe. Birêz Haco dide zanîn ku piştgirîya wî erênî ye lê ya girîng ew e ku welatên Rojava piştgirîya Sûrîyê bikin.

Birêz Haco herwiha dibêje, eger welatên Ereb wekî Misir, Qeter û Erebistana Saudî piştgirîya Sûrîyê bikin, dê roleke ne baş di paşeroja welêt de bilîzin.

Jibo guhdarîya vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka dengî ya destê çepê klîk bikin,
XS
SM
MD
LG