Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pevçûn û Kuştin li Helebê Dom Dikin


Şervanên opozisyonê li Helebê
Şervanên opozisyonê li Helebê
Medyaya dewletê li Sûrîyê dibêje, bombeyek li trimbêlekê 17 kes li bajarê Helebê kuştiye, li dema ku çalakvanên opozisyonê dibêjin, êrîşeke asmanî ya hikûmetê jimareke sivîl her li Helebê kuştiye û birîndar kiriye.

Ajansa SANA ya fermî ya nûçeyan got, bombeyeke trimbêlê li rex nexweşaneyek û dibistanekê derengî roja Yekşemê teqîya. Ajansê berpirsîya êrîşê xiste stûyê terorîstan , ku ev jî navkirina hikûmetê ye jibo serhildayên ku ev bûye 18 meh şerê serokê zordar yê Sûrîyê Beşar el-Esed dikin.

Çalakvanên opozisyonê gotin, firokeyên şer yên hikûmetê devereke rûniştvanan wexetekî zûtir wê rojê bombebaran û talan kirin. Di encama êrîşan de çend kes hatin kuştin û birîndar bûn û hin kesên din jî di bin xanîyên ketî de astê man.

Bo dema çend mehan, hêzên ewlekarîyê û serhilda jibo kontrolkirina Helebê şer dikin. Di encama pevçûnan de borîyên avê li paytexta Sûrî ya bazirganî hatine talan kirin û jiber wê jî av li gelek deverên bajêr qut bûye. Her du alîyên şer li ser vê yekê hev gunehbar dikin.

Hêjayî gotinê ye, çalakvanên mafên mirovan radigihînin ku di encama nakokîya Sûrîyê de bêtirî 20 hezar kes hatine kuştin.
XS
SM
MD
LG