Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sekretêrê NY Hêzên Rejîma Sûrî û Serhildayan Şermezar Dike


Ban Kî-moon
Ban Kî-moon
Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî hêzên hikûmeta Sûrî û serhildayan şermezar dike.

Ban Kî-moon roja Duşemê got ku herdu alî li şûna dîyalogê, bi hêz û tundûtûjî serederî ligel qeyrana Sûrîyê dikin.

Di gotarekê de li civîna Encûmena Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî li Jinêva, birêz Ban perîşanî û nîgeranîya xwe dîyar kir beramberî êrîşên balafirên rejîma Sûrî.

Birêz Ban herwiha daxwaz ji hemû alîyan kir ku piştgîrîya bizavên diplomatîk yên nûnerê N.Y. Lexzer Îbrahîmî bikin.
XS
SM
MD
LG