Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama: Komarîyan Piştgirîya Min di Reforma Koçberîyê de Nekirin


Serok Obama li dema hevpeyvîna ligel Univision TV
Serok Obama li dema hevpeyvîna ligel Univision TV
Serokê Amerîkayê Barack Obama Komarîyan jibo necîhanîna soza xwe ya reforma koçberîyê di dema seroktîya wî de sûcdar dike.

Birêz Obama roja Pêncşemê li ser televizyona Univision ya Amerîkî ku bi zimanê Spanî ye got, Komarîyan di Kongresa Amerîkî de, ku her dem piştgirîya qanûnên reforma koçberîyê dikirin, ji nişkeve xwe ji pêşnîyara wî ya reformê dûr xistin.

Serok Obama pênasînê kir ku kêmahîya wî bû wî nikarîbû ew helwesta Komarîyan pêşbînî bike.

Barack Obama her wiha got, çi kesê di wê bawerîyê de ye ku Amerîkî dixwazin bi alîkarîyên hikûmetê bijîn, derneketîye kolanan û neketîye nav gel.

Birêz Obama behsa vîdyoyekê dikir ku tê de berbijarê Komarî Mitt Romney di civîneke taybet ya komkirina diravan de gotibû ku 47 ji sedê gelê Amerîkî ku dengên xwe dan Obama, xwe wekî qûrbanî dibînin û di wê nêrînê de ne ku ku divê hikûmet xwedî li wan derkeve.
XS
SM
MD
LG