Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwpêşandinên Dijî Amerîka li Pakistanê Dom Dikin


Bi hezaran endamên grupên Îslamî yên radîkal roja Şemîyê li bajarê Karachi li Pakistanê derketin xwepêşandina hember filmê dijî Îslama ku tundûtûjî li seranserî cîhana Misilman pêk anîbû.

Xwenîşanderan bi siloganên wekî mirin jibo Amerîka protesto kirin û daxwaz kirin ku balyozê Amerîkî ji welatê wan were qewirandin.

Rêberê Îslamî yê radîkal Munîbîr Rehman banga cezakirina derhênerê filmî kir, lê ji xwenîşanderan daxwaz kir ku aştîyane bimînin.

Protestoyeke din tê çaverê kirin ku li paytexta Pakistanê, Îslamabad û hinek deverên din yên welêt werin lidar xistin.
XS
SM
MD
LG