Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşbirekî Xwekuj Dêrekê li Nejîryayê Bombe Dike


Dêra St. Rita li bakurê Nejîryayê
Dêra St. Rita li bakurê Nejîryayê
Desthilatdarên Nejîryayê û şahid dibêjin ku otomobîla êrîşbirekî xwekuj li bin guhê kenîseyekê li bajarê Kaduna li bakurê welêt xist. Di encama êrîşê de bi kêmî ve heft kes hatin kuştin û bû egera derketina hin êrîşên tolhildanê wan jî du kes kuştin.

Êrîşbir otomobîla xwe ajot nav Kenîseya St. Rita li bajarê Kaduna yê ser bi herêma Malali ve ye. Êrîş li dema nivêja sibehê ya Yekşemê pêk hat, ku di encama wê de teqînek mezin rûda bû. Qurbanîyên tenê hatin rakirin bo nexweşxaneyê.

Şahid û govayan gotin ku ciwanên Mesîhî, wekî bersiv, bi kêr û daran êrîş birin ser du Misilmanên berguman.

Hêjayî gotinê ye ku rûniştvanên bajêr ji Mesîhî û Misilmanan pêk tên.
XS
SM
MD
LG