Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nesrallah Piştgirîya Xwe jibo Rejîma Sûrî Dubare Dike


Hesen Nesrallah
Hesen Nesrallah
Rêberê grupa mîlîtan Hizbullah ya Libnanî roja Sêşemê got ku serhildayên Sûrî nikarin rêjîma Serok Beşar Esed di warê leşkerî de têk bibin.

Rêberê Hizbullah, Hesen Nesrallah hişyarî da û got ku partîya wî amade ye derbasî Sûrîyê bibe piştgirîya hikûmeta Esed bike.

Axanftinên rêberê Libnanî nîşaneke din nû ye ku partîya wî ya çekdar dê hîn jî beşdarî şerê Sûrîyê bibe da ku rêjîma hevalbendê xwe rizgar bike.

Di dirêjahîya axaftina xwe de, Hesen Nesrallah got ku “Sûrîye gelek dost li herêm û cîhanê hene ku ticarî nahêlin ku Sûrîyê têkeve destê Amerîka û Îsraîl.”

Li alîyekî din, bombeyeke xurt li devereke bazirganî li paytexta Sûrîyê, Şam teqîya ku di encama wê de bi kêmanî 14 kes hatin kuştin. Ev bûye du roj liser hev ku şerê Sûrîyê gihiştîye navesta paytexta Sûrî.
XS
SM
MD
LG