Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

“Bila Konferansa Neteweyî Rojek Beriya Rojekê Kom Bibe”


Ji alîyê nûnerên komên cuda yên siyasî, etnîk û baweriyên Kurd û Kurdistanê 15 û 16’ê Hezîrana 2013’an de li Dîyarbekirê Konferansa “Yekîtî û Çareseriyê ya Bakurê Kurdistanê" pêk hat.

Encamnama konferansê ya Tirkî ji alîyê Hevseroka KCD Aysel Tugluk, ya Kurdî jî ji alîyê Rêvebirê İnsiyatîfa Azadîyê Adem Ozcaner Geverî ve hat xwendin.

Di encamnamê de hatîye destnîşan kirin Komara Tirkîyê, bi îdeolojîya fermî ya damezirîner, feraseta dewleta neteweyî ya tekperest daye sepandin. Konferansê xwestiye ku li Bakurê Kurdistanê gelê kurd û hemû civatên Kurdistanî bi pêkutî û kedxwariyê , bi tunekirin û koçkirinê di nav tirkîtiyeke de bi zorê wan bihelîne, her wiha li Anatoliyayê jî bi hemû cudahiyan de firset ne daye ku bijîn.

Herwiha gel û bawerîyên Anatolyayê wekî asûrî-suryanî, ermenî, laz, gurcî, elewî, xirîstiyan, mûsewî, ereb,, çerkez, roman, tirkman, mihelmî û êzîdî û komên îslamî û cemaet, bi taybetî jin bûne mexdûrên çewsandin û mekanîzmayên çavtirsandinê yên hovane.

Di encamnamê de hatîye destnîşan kirin li Kurdistanê sedsala dawî, bi serhildaneke hejmetkar û têkoşîneke azadîyê derbas bûye. Serhildana di bin pêşengîya PKK’ê de ku ew xelekek van berxwedanan e, 30 sale didome. Digel hemû îmha, înkar, tehde û sepandinên Komara Tirkiyeyê ê wî demî jî, berhilistî û berxwedana gelê kurd nehatîye şikandin.

Biryarên konferansê ji 13 xalan pêk tê:

1. Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyan demokratîk û aşitîyane derfeket dîrokî afirandiye. Tevgera Kurd ji bo wê gavên micid û samîmî avêtiye. Konferansa me dixwaze ku hikumet ji bi heman cidîyet û samîmiyetê gav bavê je.

Delegasyona me, di vê merheleya hanê de, ji bikaranîna zimanê hikûmetê û retorîkê wê heta bi amadehiyên leşkerî, çêkirina qereqolên nû û ji ber sepandin û pêkanînên der barê cerdevaniyê de, endîşedar e. Em bang dikin ku ew dawî li van kirinan bîne, ji ber ku ev yek dibin sedemên têkçûna pêewlebûnê û muhakeme kirina samimiyetê.

Konferansa me, ji bo ku pêvajoya muzakereyan bi awayekî ewledar û bi selamet bê domandin, azadiya Birêz Abdullah Ocalan ku aktora sereke ê wê pêvajoyê ye dixwaze.

2. Gelê Kurdistanê bi tercîha xwe statuyên xwe, ango xweserî-federasyon-serxwebûn wek mafekî xwe dibîne û dide diyarkirin, her wiha gelê kurdistanê der barê dahatûya xwe de xwedî gotinê ye û mafê diyar kirina çarenûsê jî ji biryar û pesend kirina gel re hatiye hiştin ku ew prensîb jî di konferansa me de bi hevparî biryar li ser hatiye dayîn. Her wiha Konferansa me gihîştiye wê biryarê ku heta Kurdistan nebe xwedî statuyekê, meseleya kurdan jî çareser nabe.

3. Delegasyona me dixwaze ku Makezagoneke demokratîk û hemdem bê çêkirin. Xwestekên gelên Kurdistanê ên mîna azadiya bi nasnameya xwe birêxistinbûn, perwerdehiya bi zimanê dayikê û fermîtiya zimanê Kurdî divê di bin ewlehiya Makezagonê de bin.

4. Pirsgirêkên giran ên mîna xizanî, koçberî, bêkarî, rûxandinên ekolojîk bi dilşewatî li Kurdistanê têne jiyîn. Bi girîngî diyar dike ku; divê makenîzmayeke ku tê de siyaset, rêxistinên civaka sivîl, rêvebirinên cîkî û komên cuda hebin bê sazkirin û ev bike ku kan û jêderên giştî li ser bingeha rêgeza cudakariya pozîtîf bêne gihandinî herêmê.


Konferansa me bi ciwanên Kurdistanê bawere ku di awakirina pêşeroja Kurdistanê de û îradeya wan giring dibîne.

5. Konferansa me dixwaze ku zagon bêne guhertin ku di serî de girtiyên nexweş û zarok û hemû girtiyên siyasi serbest bêne berdan. Dewlet divê berpirsyarên xwe di hêla ronîkirina faîlî mechul û derxistina gorên komî de bîne cih.

6. Konferansa me diyar dike ku di sedsala 21’emîn de yek pirsgirêka bingehîn jî nakokiya zayendî ye, rewşa jinan ku ew parçeyên sazûmankar û herî dînamîk ên civakîbûnê ne, ji rewşa civakê ne cuda ye û dipejirîne ku her cure arasteyên li ser jinan di heman demê de arasteyên li ser civakê ne. Li ser vê bingehê konferansa me îlan dike ku li hemberî her cure êrîşên li ser jinan ên maddî û manewî ne. Rista ku jinên kurd di têkoşîna Kurdistanê de anîne cî, ji bonî hemû cîhanê mînak e. Û konferansa me gihaştiye wê biryarê ku di bingeha wekheviya zayendî ya civakîn de jin bi awaya xwe ya resen û xweser, bi mêr re bi rewşa wekhevî dikare di her warê civakîn de tevlêkar be.

7. Gelên mîna ermenî, asurî-suryanî,, ereb, mihellemî û tirkmen û komên baweriyên mîna misliman, xiristiyan, mûsewî, ezdî û elewî ku li ser erdnîgariya Kurdistanê dijîn him ji ber polîtîkayên dewletê û him jî ji ber hişmendiya şaş û ya ku van polîtîkayan rê daye, zor û zehmetiyên girîng dijîn. Pêşîn, em di wê baweriyê de ne ku divê em bi tevayê vê dahatûyê re rû bi rû bibin û jiyaneke nû û wekhev ava bikin. Bi vê sedemê ji bonî şert û mercên ku nasname bi azadî û li gorî baweriyên xwe bikaribin bijîn pêk bên, Konferansa me ew ê di nav hewildanên çalakdêr de be.

Konferansa Yekîtî û Çareseriyê ya Bakurê Kurdistanê bangî hemû beşên ku ji ber polîtîkayên tekanekirinê yên di tevayê sedsala 20’emîn de ji axa xwe bi dûr ketine dike ku, paşde vegerin.

8. Konferansa me nişan dike ku li gel şoreşa gel a Rojava ku gel bi siyaseta xwe ya xweser û bi hêza xwe pêkanî ye. Rojavayê Kurdistanê ku di kesayeta Desteya Bilind a Kurdan de bi awayeke girîng yekîtî û tifaqa xwe pêkanî giring dibin e. Di serî de em diyar dikin ku bidestxistinên wan divê ji aliyê tevayên kurdan ve bêne parastin. Konferansa me lehnetê li çeteyên ku ji aliyê rejima dîktator têne xwedîkirin û di hundirê mixalefeta Sûrî de cî digirin tîne, ku êrîşên hovane dibin ser gelê me yê Rojava. Konferansa me dixwaze deriyên sînor yên Rojava vekirî bimine û bang dike tevahiya Kurdistaniyan alikariya Rojava bike. Her dîsa divê camiaya navnetewî di mekanîzmayên bi mijara Suriye yê têkildar Kurdistana Rojava bi fermî tevlî bike.

Konferansa me tîne ziman ku, kombûna Konferansa Neteweyî ya ku tevayê parçeyan di nav xwe de dihewîne xwedî girîngiyeke jiyanî ye, ji bonî ku yekîtiya neteweyî di asta herî jor de pêk bê, em weke Konferansa Bakurê Kurdistanê çi berpirsiyariya ku bê ser me, em ê bi cî bînin. Dîsa em bang dikin ku Serokkomar Birêz Celal Talabanî, Serokê Herêma Kurdistana Federal Birêz Mesûd Barzanî, Serokatiya Konseya KCKê û tevayên hêzên Kurdistanî hewilbidin ku Konferansa Neteweyî rojek beriya rojekê kom bibe.

9. Delegasyona Konferansê, rêzdarî û minetdariyê ji keda her kes, kom û rêxistinên ku tevkarî dane doza Kurdistanê re şanî dide.

10. Konferansa me YN, RKÎ, YE, û gelên dinyayê davet dike ji bo ku têkoşîna ku gelê Kurdistanê ji bonî edalet, azadî û wekheviyê dide, bi berpisyariyeke tev bigere. Her disa Konferansa me ji rexistinên navnetewî û devletan dixwaze PKK ji listeyên terorê derkeve.

11. Konferansa me, li ser tevayê biryarên ku girtine, tespîtên ku danîne holê û bangên ku kirine îradeya ji niha û pê ve pêvajoyê ji nêzîk ve bişopîne, midaxîl bibe û rasterast tevlî pêvajoyên biryargirtinê bibe daniye holê. Girêdayî vêna, biryar daye ku makenîzmayeke ku rengdariya tevayên delegasyonên konferansê binimîne bi navê “Komiteya Yekitî û Careserî”, ava bike. Ev makenîzma, ew ê ji tevlêbûnên nû re vekirî be û xwedî îradeya ku tevayên biryarên ku konferansê girtine bişopîne, pratîze bike û di qadên hewcedarî de komîsyonan ava bike û di serdemên pêşde ji nûvde Konferans ê bicivîne ye. Ew Komîte pêvajoya muzakereyên demokratîk de bi misyona saziya bi bandor dê xebatên xwe bimeşîne.

12. Konferansa me bangî gelê Tirkiyeyê dike hûn jî îradeya me ya ku di vê Konferansê derket holê nas bikin, esas bigirin û pêkûtiyê deynin ser dewleta Komara Tirkiyeyê ku mafên gelê kurd nas bike.

Konferansa me piştgirî dide tekoşina meşru û demokratik ê gelên Tirkiye yê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:50 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG