Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Edward Snowdin li Moskow ye


Vladimir Puti
Vladimir Puti
Serokê Rûsî Vladimir Putin dibêje ku welatîyê Amerîkî Edward Snowdin li beşê transit yê balafirgeha Moskow ye. Putin herwiha got ku Moskow Snowdin teslîmê Washington nake.

Serokê Rûsyayê roja Sêşemê got ku rêkeftina teslîmkirina tombetbaran li navbera Washington û Moskow tuneye.

Her roja Sêşemê, Wezîrê derve yê Rûsî Sergey Lavrov got ku Snowden derbasî xaka Rûsyayê nebûye. Lavrov herwiha red kir ku Rûsya agahdarî planên sefera Snowdin e.

Snowden, kontraktorê berê yê Ajansa Parastina Niştîmanî (NSA) û karmendê berê yê Ajansa Agahîya Navendî (CIA), ji layê Amerîkayê ve hatîye xwestin jiber eşkerekirina pêzanînên nepenî yên taybet bi karên NSA.
XS
SM
MD
LG