Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyona Sûrî Serokekî Nû Hildibijêre


Kombûnek kevin ji kombûnên Hevpeymanîya Sûrî
Kombûnek kevin ji kombûnên Hevpeymanîya Sûrî
Koma sereke ya opozisyona Sûrî dibêje ku wê valahîyek di rêbertîya xwe de dagirtîye, piştî hilbijartina kesayetîyeke nû.

Hevpeymanîya Niştimanî ya Opozisyona Sûrî Ehmed el Jerba roja Şemîyê di kombûnekê li Tirkîyê de hilbijart. Jerba rêberê êla Şemer e ku girêdana wî ligel hêzên sekuler û Saudî Erebistanê heye.

Hevpeymanîya opozisyonê ji Adara borî de bê serok bû, ji dema ku serokê wê yê berê Muaz el Xetîb dest ji kar berdabû.

Hilbijartina birêz Jerba di demekê de tê ku hêzên Serokê Sûrî Beşar Esed êrîşên xwe li Şam û Humsê zêde dikin.
XS
SM
MD
LG