Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sûrî Du Bajarokên Şîa Dikin Armanc


Rêxistineke mafên mirovan ya Sûrî dibêje ku serhildayan êrîş birine ser du bajarokên dorpêçkirî yên Şîya li bakurê parêzgeha Helebê.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan ku bingeha wê li Brîtanya ye roja Yekşemê got ku şer ji derveyî bajarokên Nubul û Zahra gûr dibû. Şervanên ku dixwazin rejîma Serokê Sûrî Beşar Esed biroxînin, ev herdu bajarok bo dema çend mehan dorpêç kirine da ku hêzên rejîmê ji wir derînin.

Grupeke Sunnî ya tundrê hefteya bûrî hişyarî da ku ewê ziyanê bigihîne rûniştvanên herdu bajarokên Şîya jiber hewandina hêzên hikûmetê. Grupa çekdar got ku 40 hezar rûniştvanên van herdu bajaran li jêr metirsîyê ne.

Ev girjî di demekê de tê ku opozisyona sereke ya Sûrî roja Şemîyê li bajarê Stenbolê serokekî nû hilbijart. Hevpeymanîya Niştimanî ya Sûrî Ehmed el Jerba wekî serokê xwe yê nû hilbijart ku di qonaxa pêş de rêbertîya grupê bike.

Wezareta Derve ya Amerîka bixêrhatina hilbijartina Ehmed el Jerba kir û got ku hikûmeta Amerîkî hêvî dike ew karibe rê li ber roxandina Sûrîyê wekî civak bigire û xwe bigihîne hemû pêkhateyên Sûrî.
XS
SM
MD
LG