Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer û Pevçûn li Misirê Berdewam Dikin


Tundûtûjî roja Sêşemê li Misirê berdewam bû, herçende serokê demkî yê welatî daxwaz kir ku gel xwe ji şîdetê dûr bikin.

Rojnameya El Ahram ya sr bi dewletê ragihand, bi sedema şer û pevçûnan li nêzîkî cihê xwepêşandana alîgirên serokê berê Mihemed Mursî, bi kêmî ve şeş kes hatin kutşin.

Di wan şer û pevçûnan de, ku li Zanîngeha Qahîre qewimîn, herwiha 33 kesên din birîndar bû.

Bi kêmî ve çar kesên din roja Duşemê hatin kuştin li şerê navbera alîgir û neyarên Mursî.

Mursî, yê Îslamî, di dengdaneke demokratîk de li sala bihurî wek yekemîn serokê sivîl yê Misirê hate hilbijartin.

Artêşa Misirê li roja 3’ê Tîrmehê desthilata wî hilweşand.
XS
SM
MD
LG