Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenter Ayna: Cîhan Çavên Xwe ji Kuştina Kurdan Digire


Emîne Ayna
Emîne Ayna
Parlamentera BDP’ê ya Dîyarbekirê Emîne Ayna û xwepêşanderên Dîyarbekirê, roja Dûşemê ber bi Serêkanîya Ruhayê (Ceylanpinar) ve bire ketin lê jiber asteng kirina polêsan nikaribûn harin navçeyê.

Emîne Ayna ji Dengê Amerîka re got “jibo gelê Rojava em van bizavan dikin û dixwazin balê bidin ser qetlîamên ku li ser Kurdan tê kirin. Dewleta Tirkiyê bi vê qedexê nişan da ku ew jî şirîkên van qetlîaman e. Nexwe çima ji van bizavên ku emê qetlîaman teşhîr bikin, acis dibin.”

Birêz Ayna got “ hemû cîhan jibo Tahrîra Misirê rabû lê her sal Kurd bi mîlyonan li Nerwozan kom dibin û banga azadîyê dikin, kes wan nabîze. Li hemû Kurdistanê bi salan in Kurd tên qetil kirin lê hemû dewlet çavên xwe ji van rastîyan re digrin."

Parlamentera Dîyarbekirê di dewamîyê de destnîşan kir di çarçova Projeye Rojhilata Navîn de hemû cihan li ser pişta Kurdan bazarê kirin û jibo ku dewletên Rojava denge xwe bikin divê ku rûqalê polîtîkayên xwe yên ku li dijî Kurdan kirine, bibin."

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:38 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG