Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serleşkerê Misirê: Artêş Bêdeng Nabe


General Abdul Fehat El Sîsî.
General Abdul Fehat El Sîsî.
Serleşkerê Misirê dibêje, artêş bêdeng nabe hemberî tundûtûjîyên welatî.

General Abdul Fehat El Sîsî ev hişdarî da dema ku alîgirên serokê berê Mihemed Mursî roja Yekşemê ber bi avahîya Dadgeha Bilind ya Destûrî diçûn.

General Sisî dibêje ku artêş naxwaze desthilatê bigire destê xwe û daxwaz ji Îslamîyan kir ku bi proseya aştîyê de beşdar bin.

Her roja Yekşemê, hêzên asayişê êrîşa malên endamên Îxwan El Muslimîn kir û hejmareke karbidest û çalakvanên Îxwan binçav kirin.

Di alozîyên sîyasî yên Misirê de li çend rojên bihurî bi sedan kes hatîne kuştin.
XS
SM
MD
LG