Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry Piştgirîya Ewropîyan Dixwaze bo Êrîşa Sûrîyê


Wezîrê Derve John Kerry û berpirsa Yekîtîya Ewropî Catherine Ashton li bajarê Vilnius, 7'ê Îlonê, 2013.
Wezîrê Derve John Kerry û berpirsa Yekîtîya Ewropî Catherine Ashton li bajarê Vilnius, 7'ê Îlonê, 2013.
Wezîrê Derve yê Amerîka ligel wezîrên derve yên Ewropî kom dibe jibo bi dest xistina piştgirîyê bo operasyoneke leşkerî ya Amerîkî li dijî rejîma Sûrîyê.

Birêz John Kerry roja Şemîyê danûstandinên nefermî bi çend diplomatan re li Vilnius, paytexta Lithuania pêk anîn. Lithuania nuha rêbertîya Yekîtîya Ewropa dike.

Hevtayên Kerry nêrînên cuda li ser Sûrîyê hene. Piranîya wan bang li Amerîka dikin ku karê leşkerî ragire heta ku vekolerên Neteweyên Yekbûyî raporta xwe li ser bikaranîna çekên kîmyawî li Sûrîyê belav bikin.

Ev danûstandin piştî hilcivîna G20 li bajarê St. Petersburg li Rûsya pêk tên, cihê ku Serokê Amerîkî Barack Obama jimareke civînên du-alî bi rêberên welatên aborîyên sereke yên cîhanê re pêk anî.

Serok Obama piştgirî ji rêberên Fransa, Tirkîye û çend welatên din wergirtîye, lê Serokê Rûsî Vladimir Putin bi tundî li dijî êrîşên li hember hikûmeta Serokê Sûrî Beşar Esed dimîne.
XS
SM
MD
LG