Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve ji Esed Xwest ku Dest ji Çekên Kîmyawî Berde


Wezîrê Derve John Kerry
Wezîrê Derve John Kerry
Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry dibêje eger serokê Sûrî Beşar El Esed bixwaze xwe ji êrîşeke navneteweyî dûr bike, gerek ew heta dawîya vê heftîyê dest ji çekên kîmyawî yên xwe berde.

Di gotarekê de roja Duşemê li London, birêz Kerry got ku ew bawer nake ku Esed dest ji çekên kîmyawî yên xwe berde.

Di berisv de, Wezîrê Derve yê Rûsî Sergey Lavrov got ku Moskow wê daxwazê ji rejîma Sûrîyê bike ku çekên xwe di bin kontroleke navneteweyî deyne û wan çekan jinav bibe.

Rejîma Sûrî bi erênî bersiva plana Rûsî da, lê belê eşkere nekir ka çewa plana Rûsî cîh bi cîh dike.
XS
SM
MD
LG