Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bozyel: Pakêta Erdogan Baş e, lê Pirsa Kurdî Safî Nake


Bayram Bozyel
Bayram Bozyel
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pakêta demokratîkbûnê eşkere kir. Birêz Erdogan plana xwe ya demokratîkbûnê wekî gaveke dîrokî binav kir.

Li dema ku girîngiyê dide hejmareke pirsan, pakêta Serokwezîrê Tirkiyê bi giranî bi mafên Kurdan ve girêdayî ye.

Bayram Bozyel, rêberê Partîya Maf û Azadiyan (HAK PAR) dibêje ku pakêta Serokwezîrê Tirkiyê wek “gaveke baş dibînim, lê pirsa Kurd tu car bi van gavan safî nabe.”

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Bozyel got ku jibo çareseriya pirsgirêka Kurd “divê sîstema Tirkiyê ji serî heta binî ji nû ve were sazkirin.”

Birêz Bozyel herwiha got ku HAK-PAR dixwaze jibo çareseriya pirsa Kurd “ne bi pakêtan, divê bi gavên esasî, radîkal û berfireh ev mesele safî bibe.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:09:25 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG